Yekîtî berpirsiyariyeke dîrokî ye
Ji bo pêkanîna daxwaza van pêşengên dilsoz ên gelê kurd, di vê dem û serdema ku kurdan fêm, feraset û fersenda dîrokî bidest xistiye de, êdî yekîtî û hevgirtin ji bo gelê kurd ne tercîh e, pêwistî û mecbûrîyetek e.

Têkoşîna azadiya gelê kurd a ji nîv sedsalê zêdetir, bi qasî ku di dirokê de nehatiye dîtin derfet ava kirin, destkeftî afirandin. Şoreşa Rojava ku 15 salên dawî bi perspektîfa Neteweya Demokratîk, hat meşandin jî encama vê têkoşîna tevgera azadiya gelê kurd a 50 salên dawî ye.
Ev şoreşa ku azadiya hemû çand, ziman, nasname, ol û baweriyan, gel û neteweyan esas digire, bala cîhana hemdem dikişîne. Ji bo demokrasiyeke rasteqîn û pêkvejiyana gelan, li cîhanê hêviyeke mezin afirandiye û cîhana hemdem Şoreşa Rojava ji xwe re weke pergaleke alternanîf û modeleke nû ya jiyana azad û wekhev dibîne.
Ev Şoreşa Rojava herî zêde jî hêvî, guherîn û veguherîna bi hest û helwesta neteweyî di nav civaka kurd a çar aliyên Kurdistan û cîhanê de ava kiriye.
Kurdên Rojava bi vê nêrîn û nêzîkatiya neteweyî, di 26ê nîsana 2025an de, li bajarê Qamişloyê Konferansa Yekrêzî û Helwesta Kurdî li dar xist. Ev konferansa ku hestên Yekîtiya Neteweyî di nav tevahiya civaka kurd de geş û zindî kir, di heman demê de bû gava yekemîn a yekîtî û hevgirtina kurdî.
15 roj piştî konferansa Rojava, di 10ê gulana 2025an de, partiyên kurdî yên Bakur li hev civiyan û di 11ê gulanê de, bi deklerasyonekê " Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk" ji gelê kurd û raya giştî ya cîhanê re ragihandin.
Ev hewldanên yekîtiya bi ruhê neteweyî di nav civaka kurd a çar aliyên cîhanê de deng veda û wekî berdewamiya van hewldanan li rojhilatê Kurdistanê 6 partiyên kurdî bi hevpeymanekê ragihand ku tifaqa xwe ya kurdî ava kirine û di heman demê de li başûrê Kurdistanê jî, 200 kesayetên ku di nav wan de rewşenbîr, ramanger, rûspî û akademîsyen jî hebûn, hevpeymana nav partiyên siyasî yên li Rojhilat silav kirin û pêwîstiya yekîtiya neteweyî ya çar aliyên Kurdistanê bi awayekî zelal anîn ziman û bang li hemû hêz û hizbên kurdî kirin ku demek beriya demekê yekîtî û hevgirtina xwe pêk bînin.
Di 26ê nîsana 2026an de, ku yekemîn salvegera lidarxistina konferansa Qamişloyê bû, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Amedê konferansa bi navê "Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe Nîqaş Dikin" li dar xist.
Di konferansê de ji Dayîkên Aştiyê heta, akademîsyenan, ji rûspiyan heta nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl, hemû axaftinan bi pêwîstiya yekîtiya navxweyî dest pê kir û bi pêdiviya yekrêzî û helwesta kurdî ya hevpar berdewam kir.
Di hemû axaftin û pêşkêşiyên ku li konferansê hatin kirin de, "bêtifaqî" weke sedema bingehîn a rewşa ku gelê kurd tê de ye hat nirxandin, serkeftin û destkeftiyên gelê kurd ên demên ku di nav xwe de tifaq pêk anîne weke mînakên serkeftinê hatin nîşandan
Heke îro li ser xaka Kurdistanê şer û pevçûnên dagirkeran berdewam bin, sedama wê bêtifaqî ye, ku gelê kurd hîn jî bi tevayî yekîtî û hevgirtina xwe pêk neaniye. Eşên mezin ên gelê kurd kişandine û dikişîne, ji ber pêknehatina yekîti û hevgirtina gelê kurd e.
Pêşeng û zanayên kurdan, Zarîfe Xanim, Têlî Xanim, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn, Şêx SeÎdê Kal, Seyîd Riza, Qazî Mijemed, Îhsan Nûrî, Elîşêr û Rindêxanan û dîsa nûnerên kurdan ên wekî Simkoyê Şikakî, Qasimlo, Şerefkendî, Mam Celal Talabanî, Mele Mistefa Barzanî, Abdullah Ocalan û hemû pêşengên pêşbîn ên gelê kurd, gotinên xwe yên pêşîn jî, dawî jî, ji bo yekîtî û hevgirtinê gotine.
Ji bo pêkanîna daxwaza van pêşengên dilsoz ên gelê kurd, di vê dem û serdema ku kurdan fêm, feraset û fersenda dîrokî bidest xistiye de, êdî yekîtî û hevgirtin ji bo gelê kurd ne tercîh e, pêwistî û mecbûrîyetek e.
Loma jî, dem hatiye ku êdî gelê kurd demek berî ya din pêwîstiya dirûşma, "Yek e, Yek e, Yek e, Gelê Kurd Yek e", li çar aliyê welat bilind dibe bi cih bîne û têkoşîna xwe ya azadiyê û armanca xwe ya "Aştî û Civaka Demokratîk" bi Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk tacîdar bike.


