Xweşpeyivîn

Ziman yek ji amûrên herî bingehîn ên hebûna mirov e. Belê, ziman tenê ne amûrekî ragihandinê yê bêalî ye; di heman demê de bingehek xurt e ya ramanê dişêwîne, hestan bi rê ve dibe û rastiya civakî ava dike. Her wiha mirov dikare bêje ku hunera axaftina xweş ango Xweşpeyivîn, wekî bikaranîna axaftina herî parzinandî, bibandor û safî ya ziman e.

1 deqe xwendin
Xweşpeyivîn

Xweşpeyivîn, hunera axaftina xweş û bikaranîna zimanê bedew û bibandor e ku dixwaze guhdar an jî xwendevanan îqna bike. Ev hunera axaftinê (retorîk), ku koka wê xwe dispêre yewnaniya kevnar, peyama bikaranîna hêmanên vacê (mantiqê) hest û karakter xurt dike û tenê ne di zimanê axaftinê de her wiha di vegotina nivîskî û dîtbarî de jî nexşeyên îqnakirinê diafirîne. 

Xweşpeyivîn, tenê axaftinê durist nake; her wiha axaftinê bibandortir, guncawtir û ji hêla gewzînî, derûnnasî û rewşenbîriyê ve jî xurttir dike. Armanca xweşpeyivînê ya sereke ew e ku mirov bandorê li ser kes an aliyê din bike da ku wî/wê îqna bike û li gor wê tevbigere. Ji bo xweşpeyivîna bibandor, argumanên mantiqî, girêdana hestyarî û baweriya axaftvan bi hev re tên bikaranîn. Ew rêbazek e ku pirî caran di siyaset, hiqûq, reklam, pêşkêşkirinên akademîk û ragihandina rojane de tê bikaranîn. Bikaranîna amûrên zimannasiyê yên wekî metafor, pirsên xweşpeyivînê teqeztir û şibandina tiştan bandordartir dikin. Xweşpeyivîn amrazek dînamîk a ziman e ku ne tenê ji bo veguhastina agahdariyê, di heman demê de, ji bo afirandina wateyê, rêxistinkirina komên civakî û teşedana têkiliyên hêzê jî tê bikaranîn. 

Xweşpeyivîn, hunera bibandor a ji gotinê wêdetir e. Bi wateya xwe ya rastîn, derbirîna peyvan bi awayekî zelal, têgihîştî û bibandor e ku li gor rewşê dişêwe. Belê, ev pênase tevahiya kûrahiya wê nîşan nade. Ji ber ku xweşpeyivîn tenê ne şêwaza axaftinê ye, ew şêweya fikirîn û têgihîştinê ye jî. Xweşbêjiya baş tenê ne bi hilbijartina peyvan, bi rêzkirina wan, kirpandin, rîtm û çarçoveya wan jî têkildar e. 

Girîngiya xweşpeyivînê, xwe di xwezaya têkiliyên mirovan de dide der. Mirov tenê ne bi tiştên ku dibêje; bi awayê ku dibêje jî tê fêmkirin. Heman raman, bi awayên cuda yên derbirînê tê bilêvkirin. Ew bilêvkirin bandorên ji hev cuda diafirîne. Ji ber vê yekê, xweşgotin yek ji hêmanên bingehîn e ku çawaniya ragihandinê diyar dike.  Pêşkêşkirinek baş guhdarvanan kêfxweş dike, bandorê li wan dike û helwesta wan diguherîne. Lewra pêşkêşkirinek xirab ramana herî rast jî bê qîmet dike.

Ji bo têgihîştina girîngiya behremendiyê, pêdivî ye ku têkiliya di navbera ziman û ramanê de baş were fêmkirin. 

Mirov tenê dema ku difikire naaxive; bi qasî ku diaxive difikire. Ji ber vê yekê, dewlemendiya ziman rasterast bi kûrahiya ramanê ve girêdayî ye. Behremendî, vê têkiliyê xurttir dike.  Ji ber ku xweşpeyivîn rê dide derbirîna ramanê ya herî guncaw û bibandor. Mirov tenê pirsa tiştê ku ew difikire nake; li gel wê, pirsa  ji bo çi, çawa difikire û çawa vedibêje jî dike. Bi vî rengî, raman zelaltir, birêkûpêktir û bihêztir dibe. 

Yek ji erkên herî girîng ên xweşbêjiyê, îqnakirin e. Mirov di jiyana xwe ya rojane de bi berdewamî hewil didin ku hevdu îqna bikin. Hewldana mamosteyekî/ê ji bo bandorkirina xwendekarê/a xwe, hewildanên rêberekî/ê ji bo bandorkirina civakê û hewldanên nivîskarekî/ê ji bo bandorkirina xwendevanê/a xwe warên bingehîn ên xweşpeyivînê pêk tînin. Di vê çarçoveyê de, xweşpeyivîn tenê ne hunerek xemilandinê ye, ew amûrek hêzê ye jî. Îqnakirin ne tenê bi argumanên mantiqî pêk tê; hest, nirx û têgihîştin jî di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîzin. Xweşpeyivîn bikaranîna van hêmanan bi awayekî hevseng ragihandinek bibandor gengaz dike. Xweşpeyivînek baş ne tenê ji bo hiş, lê ji bo dilê guhdar jî balkêş e. Ji ber vê yekê, îfadeya bihêz ne tenê agahdariyê vediguhezîne, girêdanekê jî ava dike.

Bikaranîna bedew a ziman tenê ne wateyê, her wiha hest û ramanê jî dewlemend dike. Bandora behremendiyê di warên wekî helbest, wêje û axaftinê de bi awayekî zelal tê dîtin. Derbirîneke baş, bandoreke mayinde li ser hişê xwendevan an guhdaran dihêle. Bedewkarî  tenê nayê wateya bikaranîna peyvên xemilandî. Berevajî vê, derbirîneke baş a bipîvan û di cih de bandoreke mezin diafirîne. Behremendî hunera avakirina vê hevsengiyê ye. Bikaranîna peyvên bedew, rêgeza herî bingehîn a xweşpeyivînê ye. Xweşpeyivîn tenê ne behreyeke takekesî ye, diyardeyeke civakî ye jî. Her civak xwediyê şêweyek derbirîna taybet a bêhempa ye ku avahiya çandî ya wê civakê nîşan dide. Gotinên pêşiyan, biwêj û gotinên gelêrî di jiyana rojane de nîşaneyên xweşbêjiyê ne. Her civak bi rêya derbirîneke xurt û hişmendiyeke hevpar çanda xwe diafirîne. 

Belavbûn, pejirandin û mayindebûna ramanekê, bi giranî bi awayê derbirîna wê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, xweşpeyivîn ji bo veguherîna civakî amûreke pir girîng e. Îro, pergalên perwerdehiyê pirî caran balê dikişînin ser veguhastina agahiyan lê belê girîngiya behreyên ragihandinê piştguh dikin. Ger xwendekarek nikaribe tiştê ku dizane vebêje, ew zanîn bi kêrî tiştekî nayê. Perwerdehiya xweşpeyivînê dike ku xwendekar xwe çêtir îfade bike. Ev yek baweriya xwendekar xurt dike, ramana wî/wê ya rexnegiriyê bi pêş dixe û têkiliyên wî/wê yên civakî xurt dike. Wekî din, behreyên ragihandinê yên bibandor ji bo serketina pîşeyî pir girîng in. Di cîhana îroyîn de, awayê pêşkêşkirina agahiyê bi qasî agahiyê bixwe girîng e. Bi pêşketina teknolojiyê re, rêbazên ragihandinê jî guherîne. Medyaya civakî girîngiya ragihandina kurt û bilez daye pêş, ku ev yek bandorê li ser bikaranîna ziman dike. Belê, ev yek girîngiya xweşpeyivînê kêm nake; berevajî vê, wê zêdetir dike. Heta di peyamên kurt de jî, ji bo afirandina vegotinek bibandor, pêdivî bi xweşpeyivîneke xurt heye.

Kesên ku di hawirdora dîjîtal de bi agahiyan têne bombebarankirin tenê bala xwe didin derbirînên balkêş û bibandor. Ji ber vê yekê, xweşpeyivîn hîn jî elementek neçar a serdema nûjen e. Hêza behremendiyê bi berpirsiyariyê re têkildar e. Ji ber vê yekê, divê xweşpeyivîn di çarçoveyek exlaqî de were nirxandin. Guhertina rastiyê, îstismarkirina hestan, an jî şaşkirina mirovan hemû bi bikaranîna xelet a behremendiyê ve girêdayî ne. Belê, armanca xweşpeyivîna rastîn ew e ku rastiyê bi awayê herî bibandor derbibire. Di vê çarçoveyê de, behremendî tenê ne jiyanek e her wiha dilpakiyek e jî. 

Xweşpeyivîn yek ji awayên herî zelal, fesîh û bedew ên bikaranîna ziman e. Lewra ew peyvan veduguhêze, ramanê kûr dike, hestan xurt dike û ragihandinê watedar dike. Xweşpeyivîna baş tenê vegotinê rave nake; hestan vedijîne, mirovan dihizirîne û wan arasteyî hilberîn û afirandinê dike. Li seranserê dîroka mirovahiyê, hêza peyvan bi qasî kiryar û çalakiyê bi bandor bûye. Dema ku ramanek, bi awayekî birêkûpêk were derbirîn, dikare tevahiya cîhanê biguherîne. Ji ber vê yekê, xweşpeyivîn tenê ne beşek ji wêjeyê an jî gotarvaniyê ye; di heman demê de parçeyekî jiyanê bixwe ye. Bi rastî bipêşxistina xweşpeyivînê, di ziman de tenê nayê wateya axaftin an nivîsandina baştir; di heman demê de tê wateya fikirandin, fêmkirin  û derbirîna baştir. Lewra gotin an vegotin awêneya mirovahiyê ye; zelalbûna wê awêneyê jî girîng e lê belê bi giranî bi hêza xweşpeyivînê ve girêdayî ye.