Xetereya DAIŞê ya li ser jinên êzidî

Ya ku vê kêşeyê hîn xetertir dike, hebûna artêşeke mezin a tarî ye ku di bin axa Iraqê de hatiye veşartin. Li gorî daneyên fermî û raporên ewlehiyê, îro li girtîgehên Iraqê di navbera 18 hezar û 20 hezar çekdarên DAIŞê girtî ne. Ev hejmar ne tenê amarên hişk in; ev tê wateya komkirina hezaran ‘bombeyên liberteqînê’ li nav sînorên Iraqê. Metirsiya sereke li vir derdikeve pêş.

1 deqe xwendin
Xetereya DAIŞê ya li ser jinên êzidî

Hêvî Mizgîn

Dîroka mirovahiyê gelek caran şahidî li komkujiyan kiriye, lê birîna ku di 3yê Tebaxa 2014an de li çiyayê Şingalê vebû, ne tenê êşek bû, lê belê şikandina wijdanê gerdûnî bû. Îro, piştî derbasbûna salan, gava em li rewşa Iraqê û parêzgeha Nînovayê dinihêrin, em dibînin ku rûpela wê fermanê hîn nehatiye girtin. Berovajî vê, bi pêngavên siyasî û ewlehî yên nû, ew birîn ji nû ve tên vekirin. Vegerandina bi hezaran malbat û çekdarên DAIŞê ji kampên Sûriyeyê (bi taybetî ji kampa Holê) ber bi kampa Cedaa ya li başûrê Mûsilê, îro wekî xencereke nû di dilê civaka êzidî de tê dîtin. Ev proseya ku di bin sîwana ewlehî û bi çavdêriya hikûmeta Iraqê û Koalîsyona Navdewletî de tê meşandin, ji bo jinên êzidî yên ku hovîtiya herî giran ditiye, ne tiştekî din e, ji bilî hewldana veşartina tawanan û parastina kujeran.

Pirsên ku îro li ser zimanê her êzidiyekî ne, pir hesas û giran in: “Gelo mirov dikare bi rêya hinek perwerdeyên seranser û civakî, kesên ku di nav îdeolojiya ‘cîhadîzmê’ ya xwînrij de mezin bûne, careke din li herêmên nêzîkî qurbaniyan wan bi cih bike?” Kampa Cedaa îro nabe navendeke perwerdeyê, lê dibe wargeheke ji bo şaneyên razayî yên ku dibe ku sibê fermaneke nû pêk bînin. Ev nêzîkatiya hikûmeta Bexdayê, nîşana ewlehiya siyasî û lihevkirinên bi aliyên herêmî re, li ser mafên mirovî û edaleta qurbaniyan e. Ev pêngav, di heman demê de hevdem e bi zêdebûna liv û tevgerên bermayiyên Partiya Baas a berê û hinek aliyên siyasî yên sunî ku bi rêya gefên li dijî Şingalê dixwazin hebûna êzidiyan li ser axa wan lawaz bikin. Diyar e ku plana anîna van malbatan ne tenê mijareke mirovî, lê belê destpêka planeke stratejîk e ji bo guhartina demografîk û zêdekirina zextên li ser vîna azad a Şingalê.

Ya ku vê kêşeyê hîn xetertir dike, hebûna artêşeke mezin a tarî ye ku di bin axa Iraqê de hatiye veşartin. Li gorî daneyên fermî û raporên ewlehiyê, îro li girtîgehên Iraqê di navbera 18 hezar û 20 hezar çekdarên DAIŞê girtî ne. Ev hejmar ne tenê amarên hişk in; ev tê wateya komkirina hezaran ‘bombeyên liberteqînê’ li nav sînorên Iraqê. Metirsiya sereke li vir derdikeve pêş. Gelo di dema alozî yan tevliheviyên siyasî de ku Iraq car bi car tê re derbas dibe, çarenûsa van girtîgehan wê çi bibe? Ezmûna tal a sala 2014an a ‘Şikandina Dîwaran’ nîşanî me da ku ev çekdar di dema lawazbûna dewletê de dibin xetereya herî mezin a stratejîk. Revîna van çekdaran an jî derketina wan a bi navê ‘poşmaniyê’, ji bo jinên êzidî û xelkê Şingalê tê wateya vegera kabûsa fermanê. Hebûna van kujeran li girtîgehan, bêyî ku darizandineke şefaf û gerdûnî pêk bê, wekî şûrekî li ser stûyê civaka êzidî bi taybet jî jinên êzidî hatiye rawestandin.

Edalet di qada hiqûqê de bi tenê girtina sûcdaran di hucreyan de nabe; edalet rûbirûbûna rastiyê ye. Hikûmeta Iraqê her çend dibêje ku ev çekdar û malbat wê werin darizandin, lê ev darizandinên ku bêyî amadebûna qurbaniyan pêk tên, tenê dibin şanoyeke hiqûqî. Divê neyê jibîrkirin ku tawanên herî giran û dermirovî li dijî jinên êzidî hatine kirin; ew li bazarên Mûsil û Reqayê wekî kole hatin firotin, hatin revandin û rastî her cure îşkenceyê hatin. Ji ber vê yekê, her cure darizandinek ku tê de jinên êzidî yên rizgarbûyî amade nebin û bi çavên xwe li kujer û tawanbarên xwe nenihêrin, nabe darizandineke rewa. Mafê herî sirûştî yê civaka êzidî ye ku di van dadgehan de wekî aliyekî sereke yê dozê cih bigire û şahidiya xwe bide cîhanê. Heta ku ev tawanbar li ber çavên gelê ku zilm lê kirine hesabê nedin, her hewldanek bi navê ‘başkirina wan’ wê tenê bibe amrazek ji bo veşartina rastiya fermanê û parastina kujeran ji edaleta rasteqîn.

Di encamê de, vegerandina van koman bo herêma Mûsil û Nînovayê û parastina hezaran çekdaran li girtîgehan bêyî planeke zelal a edaletê, wekî bêhurmetiyekê li hemberî êşa gelê êzidî tê dîtin. Ji bo ku ewlehiya herêmê were parastin û pêşî li fermanên nû were girtin, divê civaka navdewletî û dadgehên Iraqê rê bidin ku jinên êzidî bi awayekî çalak di pêvajoya darizandinê de bin. Edalet ne tenê cezakirina sûcdaran e, lê belê rûbirûbûna sûcdaran bi qurbaniyên wan re ye. Heta ku dengê jinên êzidî li dadgehên Mûsil û Bexdayê neyê bihîstin, her gava bi navê aştiyê bê avêtin, wê di bîra gelê êzidî de her tim wekî hevkariya bi kujeran re were dîtin. Şingal ne li benda ‘perwerdekirina’ malbatên DAIŞê, lê li benda dîtina edaletê ye di rûyê kujerên xwe de. Şingal li benda mafê xwe yê rewa ye û naskirina îradeye xwe ya azad e.