Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsînê da nasîn
Weqfa Mezopotamya bi bernameyekê danasîna Ferhenga Rastnivîsînê kir.

Weqfa Mezopotamyayê ya ku xebatên ziman, wêje û berhevkariya çand û folklora Kurdî bi rê ve dibe, li Qonaxa Cemîl Paşa ya Sûrê bi bernameyekê danasîna Ferhenga Rastnivîsînê kir. Di bernameyê de xebatkarên Weqfa Mezopotamya, nivîskar, parêzer, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatin û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn. Di bernameyê de Nivîskar û rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran li ser xebatên Ferhenga Rastnivîsînê agahî dan û li ser rol û rista ziman rawestiya. Hevşaredar Dogan Hatun jî ji ber vê xebatê Weqfa Mezopotamya pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest. Piştî axaftinan sînevîzyona ku ji nirxandinên Samî Tan, Zana Farqînî, Vîyan Hesen û Mikaîl Bulbul pêk dihat hat temaşekirin.
Weqfê di bernameyê de pirtûkên Ferhenga Rastnivîsînê li beşdaran belav kir.


