Tuncer Bakirhan:Ev pêvajo ji bo her kesê ku li Tirkiyeyê dijî ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Newroza Wanê axivî û wiha got: “Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye. Demokrasî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesê ku li Tirkiyeyê dijî ye. Bila dilê her kesî rehet be. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku Tirkiyeyê perçe dike ye; berevajî wê, dê bibe pêvajoyeke ku Tirkiyeyê bike yek, xwişk û bira û wekhev.”

1 deqe xwendin
Tuncer Bakirhan:Ev pêvajo ji bo her kesê ku li Tirkiyeyê dijî ye

Newroza Wanê bi şiara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û bi beşdariya deh hezaran kesan tê pîrozkirin. Piştî axaftina Veysî Aktaş, aktîvîsta TJAyê Derya Aslan gel silav kir û Newroza girtiyên siyasî pîroz kir. Derya Aslanê bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Ev rê, rêya azadiyê ye. Gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê bû yek. Têkoşîna neteweyî ji bo me tiştekî wisa ye ku divê em xwedî lê derkevin. Pêdivî ye em 24 saetan bê xew têbiköşin. Rêberiya me perspektîfa azadiya jinê ava kir. Bêyî azadiya jinê, azadiya civakî nabe. Şiarê ‘Jin jiyan azadî’ şiara me ya bingehîn a azadiyê ye.