TJAyê li gundê Gijal ê ya Cizîrê bi jinan re civîn pêk anî

TJAyê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Gundê Gîjal ê Cizîrê civînek jinan li dar xist.

1 deqe xwendin
TJAyê li gundê Gijal ê ya Cizîrê bi jinan re civîn pêk anî

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Gundê Gîjal ê navçeya Cizîr a Şirnexê bi dirûşma ‘Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin’ civînek jinan li dar xist. Gelek jin beşdarî civînê bûn û pankartek bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" li dîwarê malek li gund hate daliqandin.

Vexwendina ji bo Deklerasyona Bajarê Jinan

Di civînê de girîngiya 8ê Adarê ji bo jinan hate destnîşankirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç ku ew jî beşdarî civînê bû, jin vexwendin Deklerasyona Bajarê Jinan ku dê di 6ê Adarê de li Cizîr were eşkerekirin.

Jinên ku beşdarî civînê bûn gelek caran dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.