Tîma Voleybolê û Xortên Stêrk serdana Şaredariya Peyasê kirin
Tîma Voleybolê ya Xortên Stêrk û Ciwan a Oz Kayapınar Belediye Sporê, piştî ku di maçên xwe yên komê de bû şampiyonê herêma Amedê serdana şaredariyê kirin. Tîma di lîga li Amedê de bûye şampiyon dê di meha Nîsanê de li herêmê Amedê temsîl bike.

Tîma Voleybolê ya Xortên Stêrk û Ciwan a Oz Kayapinar Belediye Sporê serkeftina xwe didomîne. Piştî ku tîma voleybolê ya jinan di kategoriya jinên ciwan a Lîga Amedê de her 16 maçên xwe bêyî têkçûnê biencam kir bû şampiyonên Amedê û kûpayê qezenc kirin. Hem Tîma Jinan û hem tîma Xortan di her du beşan cuda de heman ahengiya serkeftinê bi destxistin.
Tîma Voleybolê ya Xortên Stêrk û Ciwan a Oz Kayapinar Belediye Sporê serkeftina xwe bi Şaredariya Peyasê re parve kir û hatin serdana şaredariyê. Hevşaredar Cengîz Dundar ciwan pêşwazî kir û ji ber serkeftinê, tîman pîroz kir. Alîkarên hevşaredaran, endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveberiya Xizmetên Ciwan û Sporê, antrenor û rêveberên Kulûba Sporê ya Oz Kayapinar Belediyesî jî di vê serdanê de amade bûn.
Serkeftin bi biryardarî, bawerî û hevgirtinê pêkan e
Hevşaredar Dundar diyar kir ku ew ê di her warî de piştgiriya ciwanan bikin û got: “Li cihê ku biryardarî, bawerî û hevgirtin hebe, serkeftin pêkan e.” Piştî axaftinan hevşaredar û rayedarên tîmên sporê, diyarî pêşkêşî sporvanên li bajêr bûne şampiyon kir û di şampiyoniya herêmê de serkeftin xwestin.

