Temenê di rêya rastiyê de honandî
Ji bo bîranîna Mela Talhat Tûrhan

Diyadîn Tûrhan
Di meha nîsanê de me temenekî ku xwe di rêya rastiyê de honandî, dilekî evîndarê gel û welatê xwe spart axê; dayika me hevalek, me xwişk û bira bavek, xwişk û birayên wî birayek, xwarziyan xalek, biraziyan mamek, neviyan bapîrek, dostan dostek... lê ilmê henaseyek, zanînê rastbêjek, kevneşopiya medreseyan nûnerek, welat dildarek û azadîxwazek wenda kir. Seyda nûnerekî hêja yê kevneşopiya medreseyên Kurdistanê bû. Bavê wî Mele Mihemedê Zivinga Şikakan (Seydayê Mezin) bi ilmê xwe li herêma Botanê deng vedabû. Seydayê Mezin bi sekn û feraseta xwe ji alimên heyî vediqetiya. Ew alim û mideris bû lê debara xwe bi cotkarî û rêncberiyê dikir. Bi xîret, dilnizmî û helwesta xwe ya adilane dihat nasîn.
Zehmetiyên ku çavkaniya xwe ji zanîn û baweriyên çewt digirtin ji bo civaka xwe hêsan dikirin. Pirsgirêkên ku kitêban dikirin xerboq, wî bi zanîna civakî çareser dikirin. Li hember derdorên ku ol ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianîn xwedî helwest bû. Lewma xêrnexwazan giliyê wî dikir û gef lê dihatin xwarin. Çend caran tê girtin û kitêbên wî tên şewitandin. Lê Seyda ji ya xwe nayê xwarê. Seyda Mela Talhat ev xisletên bavê xwe ji bo xwe esas girtibûn. Tim û daîm li hember zilm û zordariyê xwedî helwest bû. Zilma mezin jî dagirkerî û qedexeya li ser ziman bû. Heta dawiya temenê xwe li hember dagirkeriyê têkoşiya, xebatên ji bo azadiya kurd û Kurdistanê meşandin.
Rojên wî yên dawî li nexweşxaneyê bihûrîn. Nexweşiya wî giran bû. Rojeva me nexweşiya wî bû lê mereqa wî pêşketinên li welat bûn, ew ji me dipirsîn. Beriya ku Tevgera Azadiyê nas bike meyla wî li ser PDKê bû. Piştî cûntaya 12ê îlonê têkiliya wî bi Tevgera Azadiyê re çêdibe. Hem ji şoreşgerên divê derbasî binxetê bibin re dibe alîkar hem jî ji yên derbasî serxetê dibin re. Bira, pismam, kurxal û zava di nav de gelek xizmên wî beşdarî refên azadiyê dibin û di amadekariya hamleya 15ê Tebaxê de cih digirin. Ev pêşketin Seyda dikin hedef. Di serdegirtina gundan de tê binçavkirin. Li Şirnexê îşkenceya dijwar lê tê kirin. Ev îşkence xesarê li ser bedena wî dihêlin, damarê nav destê wî ji ber lêdanê qusiyabûn. Van salan li dijî şerê taybet têdikoşiya. Sekna Seyda û malbata wî jixweber ev propagandaya reşkirinê vala derdixist. Li gorî seyda derew, hîle, berovajîkirina rastiyan û bêbextî jî şêweyekî zilmê bûn. Lewma tim û daîm li hember oldariya sexte xwedî helwest bû. Mesela di destpêka salên 70yî de diçe Basanê dibe melayê fermî yê gund. Malbateke ku xwe wekî şêx pênase dike li gund bi bandor e. Naxwazin seyda li gund bi cih bibe. Bi lîstikên cur bi cur hewl didin ku seyda ji gund bidin revandin. Lê seyda tevna wan a fesadiyê dişemirîne. Gav bi gav rûyê wan ê sexte radixe holê û bandora wan dişikîne. Dema ji ber zextên dewletê ji neçarî koçî Êlihê dibe li vir jî bi olbazan re rû bi rû dimîne. Ev sal di heman demê de salên serhildanê ne. Ji bo pêşî li pêla serhildanê bigirin şerê taybet, dîsa olê weke amûr bi kar tînin.
Komên ku di nav gel de weke sofîk û şeytanok têne pênasekirin di destpêkê de mela û alimên welatparêz hedef digirin, tehdît dikin. Hewl didin zimanên ku olê rast û dirust vedibêjin rawestînin. Seyda dîsa di hedefê de ye. Gefan lê dixwin, kemînan diavêjin pêşiyê, êriş dikin, birîndar dikin. Lê Seyda dev ji vegotina rastiyê bernade, meydanê ji wan re nahêle û di her firsendê de rûyê wan ê qirêj û sexte radixe ortê.
Seyda evîndarekî kurdî bû. Li gorî wî qedexeya li ser zimên zilma herî giran bû. Ev qedexe ango zilm ti carê qebûl nekir. Weazên wî bi kurdî bûn, taziye û terqên wî bi kurdî. Ligel miftiyan tim giliyên wî dihat kirin. Hişyarî jê re dihatin. Bi jikaravêtinê dihate tehdîtkirin. Lê seyda tenê carekê jî pêdiviyên olî bi tirkî pêk neanîn. Derdorê jê re digot, "Zarokên te hûr in ma tu natirsî?" Wî digot, "Belê ditirsim. Ji kesî wêrektir jî nîn im. Lê tirsa min cuda ye. Ez kurd im û melayê kurdan im. Ger ez bi zimanê xwe neaxivim, şehîdên civaka xwe bi kurdî oxir nekim, gelo ez ji çi re me, melatiya min ji çi re ye?" Bi vê baweriyê bû pêşengekê limêja înên sivîl.
Di dorpêça polîsan de xutbeyên kurdî xwendin. Ji bo civaka wî olê rast binase di Denge TV de meha Remazanê weazên kurdî dan. Li gorî Seyda xebata ji bo welat û azadiyê pîroz bû. Welatparêzî xwe bi xwe pîroz bû. Ji bo zirar negihîje vê pîroziyê divê mirov baldar be, fedekar be, dilsoz û wêrek be. Divê ji rastiyê dûr nekeve û karên ku jê tên pêk bîne. Divê bi çavên debarê mirov li ilm û ol û siyasetê nenihêre. Digot, "Min ji bavê xwe ev xislet dewr girtine, ez dixwazin hûn jî bişopînin. Ji karê welat xwe nedin paş, karê xwe bê minet û bê gilî û gazinc bikin." Bi rastî ji wisa tevdigeriya pêdivî bi dayîna nanekî hebûya nan dida, hemandin bûya hemandin. Di hilbijartina 99an de karê endamtiya meclisa Şaredariya Êlihê ket ber, pênc salan xizmeta civaka xwe kir. Di avakirina komeleyên alimên welatparêz de cih girt. Seyda bi tarz û uslûba xwe ya mîzahî jî xweser bû. Belkî ew jî helwestek bû li hember zilmê raber dikir. Diçû ku kêfxweşî, coş û moralê jî bi xwe re dibir.
Di destpêka salên 90î de du lawên wî dîl tên girtin yek ji wan cezayê giran dixwe. Seyda dibe bavê girtiyên azadiyê. Di ziyaretên xwe yên zindanê de êş û jana xwe nade der. Ji girtiyan re agahiyan dibe, bi wan re nîqaşên siyasî dimeşîne, bi henekên xwe dilê wan xweş dike. Dema mirov baş dêhn û bala xwe didê dibîne ku seyda gencîneyeke jiyanê afirandiye. Şîfreya vê gencîniyê ev e: Zor û zehmetî, kelem û astengî çi dibin bila bibin di rêya ku tu rast dibînî de bimeşe. Ne hêsan e lê tu wisa bibiryar bi dê xîret û wêrekî bibin hevalên te. Dê sebr û moral mil bidin milê wan. Zanîn ti carê te tenê nahêle. Bayê hezkirinê dê dilê te hênik bike. Wekî din tu çi dixwazî? Belê seyda ma em ê çi bixwazin.
Me tenê divê em bibin layîqê feraset û helwesta te ya berxweder û têkoşer.


