TAJÊ bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ber bi 3yemîn kongreya xwe ya asayî ve diçe

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) amadekariyên 3yemîn Kongreya xwe ya Asayî ya ku wê di 18ê gulanê de li Şengalê pêk bîne, bi dawî kirin. Tê çaverêkirin ku di kongreyê de ji bo bilindkirina têkoşîna jinê, guhertinên bingehîn ên sîstemê û biryarên stratejîk werin qebûlkirin.

1 deqe xwendin
TAJÊ bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ber bi 3yemîn kongreya xwe ya asayî ve diçe

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), wê 3yemîn Kongreya xwe ya Asayî di 18ê gulanê de li Şengalê li dar bixe. Kongre bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî Ber Bi Jiyana Komînal Ve" pêk tê.

Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar dane; ji derveyî Şengalê wê gelek mêvan ji Rojava, Ewropa, başûrê Kurdistanê û Mexmûrê tev li kongreyê bibin. Herwiha, Însiyatîfa Jinên Ereb a ku bi TAJÊ re xwedî têkiliyekê ye jî, wê bi delegeyên xwe yên hilbijartî di kongreyê de amade be.

Guhertinên sîstemê û hilbijartina nû

Tê destnîşankirin ku her çend ev kongreyeke asayî be jî, wê guhertinên bingehîn ên pergalê lê bên kirin û ji bo xurtkirina têkoşîna azadiya jinan biryarên girîng werin girtin. Rêveberiya nû ya li gorî pergala nû, wê ji aliyê delegeyên ku beriya niha ji aliyê komînên jinan ên seranserî Şengalê ve bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin ve, bê diyarkirin.

Rojeva kongreyê

Di rojeva kongreyê de; xwendin û nîqaşkirina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rapora xebatê ya 2 salan a TAJÊ û hevpeyman heye. Piştî van rojevan, wê ji bo pêvajoya nû plansazî bê derxistin û biryarên têkoşînê bên dayîn.

Kurteya dîroka kongreyên TAJÊ

Yekemîn Kongreya TAJÊ, piştî fermanê bi armanca birêxistinkirin, azadî û parastina jinên êzidî, di Îlona 2019an de li Şengalê hatibû lidarxistin. Di wê demê de ev pêngav, ji bo jinên êzidî û pêkhateyên din weke gaveke dîrokî hat dîtin. TAJÊ ji wê rojê ve di berxwedan û parastina destkeftiyên Şengalê de roleke pêşeng dilîze.