Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê ku di 28ê mijdara 2015an de li ber Minareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin, di 10emîn salvegera kuştinê de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy...

1 deqe xwendin
Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê ku di 28ê mijdara 2015an de li ber Minareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin, di 10emîn salvegera kuştinê de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Gelek serokên baroyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.

Di merasîmê de li ser gora Tahîr Elçî dua hatin xwendin û qurnefîl li ser gora wî hatin danîn.