SOHR: Di 3 mehên dawî de herî kêm 131 jin û zarok mirin

Li gorî rapora SOHRê di sê mehên destpêkê yên 2026an de li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi dehan jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan.

1 deqe xwendin
 SOHR: Di 3 mehên dawî de herî kêm 131 jin û zarok mirin

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka îsal ve bi kêmanî 80 zarok û 51 jin li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.

SOHRê diyar kir ku sedema van kuştinan, teqandina ketober a çekan, teqînên mayîn û bermahiyên şer û êriş in.

Li gorî heman çavkaniyê, di çileyê de 33 jin û 39 zarok ji ber teqandina ketober a çekan, bermahiyên şer, kuştinên ji ber nasnameyên mezhebî, gulebebarankirin, mayîn, bombe û dronên Tirkiyeyê hatine kuştin. Di sibatê de 15 jin û 28 zarok hatine kuştin, piranî jî ji ber teqînên bermahiyên şer in. Di adarê de 3 jin û 13 zarok, ji ber teqînên bermahiyên şer, sûcên edlî û felaketên xwezayî hatine kuştin.