SOHR: 4 gorên komî li Sûriyeyê dîtin

Li Sûriyeyê ji destpêka Nîsanê ve 4 gorên komî dîtin. Di goran de 14 kes hatin dîtin.

1 deqe xwendin
SOHR: 4 gorên komî li Sûriyeyê dîtin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji destpêka Nîsanê ve 4 gorên komî hatine dîtin. Ji goran hestiyên 14 kesan hatin dîtin. SOHRê da zanîn ku ji ber bingeha daneyan a rast tune, nasnameya qurbaniyan zehmet e were diyarkirin. SOHRê da zanîn ku şiyanên teknîkî qels in û astengiyên qanûnî û ewlehiyê jî hene ku nahêlin mirov bigihîje cihên din ên gengaz.

Li gorî bîlançoya SOHR, hûrguliyên van gorên komî wiha ne. 2 gorên komî li Dêrazorê, ku 10 cenaze tê de hebûn. Goreke komî li Derayê, ku 2 cenaze tê de hebûn. Goreke komî li Hemayê, ku 2 cenaze tê de hebûn.