Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 17an de berdewam dike

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê banga têkoşîna hevpar li hemû gelan kir.

1 deqe xwendin
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 17an de berdewam dike

Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja 17an de didome. Bi taybet jî di saetên êvarê de êriş dijwartir dibin. Di encama operasyoneke hevpar a hêzên DYA û Îsraîlê ya li dijî Îsfehanê de tesîsek hedef hate girtin. Çavkaniyên herêmî got ku di êrişê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hêzên DYAyê, li Kerkûkê jî mewziyên Heşdî Şebî hedef girt. Hat ragihandin ku li Bexdayê jî dengê teqînan hate bihîstin. Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê, 6 caran bi moşek û dronan hedef hate girtin. 

Êriş, ji hêla Hêzên Berxwedanê yên Îslamî ku li nêzî sînorê Îranê çalak in ve hatin kirin. Hinek êriş ji hêla pergala parastina hewayî ve hatin astengkirin. Di balafirgehê de tu ziyan çênebûn. Hat ragihandin ku Îranê jî li dijî van êrişan, bi moşekên balîstîk êrişî Tel Avîvê kir. Hat zanîn ku hinek fuze li navenda bajar ketine. 

Tengava Hurmuzê

Serokê DYAyê Donald Trump bi daxuyaniyeke nû ragihand ku dibe ku Tengava Hurmuzê di demekî nêz de bê girtin. Trump, di daxuyaniya xwe de îdia kir ku hêza leşkerî ya Îranê di astekî bilind de hatiye şikandin û got: “Me Îran bi temamî têk bir.” Trump, anî ziman ku ew naxwazin bi Îranê re tu peymanan mohr bikin û wiha domand: “Ji bo em rûnin ser maseyê divê şert û merc pir baş û saxlem bin.” Trump, di mijara ewlehiya Tengava Hurmuzê de bang li şirîkê xwe kir û got ku mîna alîkariya dane Ûkraynayê, niha jî li vir alîkariyê bidin wan. 

Fermandarê Hêzên Deryayî ya Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Alireza Tangsiri jî got: “We carekê Îran bi Tengava Hurmuzê ceriband. Heke kontrola aqilane ya tengavê îndeksa bihayê petrolê ya nû dabe, dê êrişa li dijî Girava Harkê hevkêşeyeke pir tirsanaktir di mijara bihayê enerjiyê û belavkirina wê de bide.” 

Binçavkirin didomin

Midûrê Giştî yê Emniyetê yê Îranê Ahmed Riza Radan, daxuyand ku di demên dawî de bi sûcdariya “sîxûriyê” gelek kes hatine binçavkirin. Radan, da zanîn ku ji destpêka êrişa DYA û Îsraîlê heta niha 500 kes bi vê îdiayê hatine binçavkirin û got: “Ji van 250an jê têkildarî ji bo li televîzyona Îran Internationalê were xistin îstîxbarat kom dikir, têkiliya wan bi komên milîtan re heye û hewl didan pergala cemaweriyê xerab bikin.” 

Bihayê petrolê ku di hefteya ewil a şer de bi 67 dolaran dest pê kir, di hefteya duyemîn de bû 104 dolar. Niha jî di destpêka hefteya sêyemîn de derket 106 dolaran. Şîrovekar dibêjin ku bihayê petrolê dê zextê li Trump bikin ku têkçûnê qebûl bike û dê bihayê petrolê kêm nebe.