Şerê Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Îranê hat astek krîtîk
Şerê Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Îranê di roja 9an de ji pir aliyan ve didome û şer hat astek krîtîk. Her çiqas gelek welat ji şer bandor bûn û hin welatan jî daxuyaniyên şer û dîplomatîk dan lê DYA û Îsraîl piştî serweriya qada hewayî niha jî li pey wê yekê ne ku serweriya bejahiyê kontrol bikin.

Amerîka û Îsraîlê eşkere kirin ku dê şer ji leza xwe tiştek kêm neke û dê hê zêdetir û berfirehtir bibe. Li gel ku Serokkomarê Îranê Mesuod Pezeşkiyan ji welatên ku rastî êrişên wan hatine lêborîn xwest û got: “Em ê êriş nekin” jî li Rojhilata Navîn gelek welat careke din bûn hedefa şer. Hin welatan jî banga rawestandina şer û destpekirina hevdîtinê kirin
Îsraîl: Qada esmanî ya Îranê di destê artêşa me de ye
Artêşa Îsrîlê li ser hesabê xwe eşkere kir ku êrişeke nû ya hewayî li dijî hedefên Hîzbûllaha li Beyrûtê pêk anîn, li sîstemeke roketavêj xistin û wargehên li Celîlê dihat bikaranîn, wêran kirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bi daxuyaniyek aşkere kir ku qada esmanî ya Îranê di destê artêşa wan de ye. Her wiha hikûmeta Lûbnanê hişyar kir ku eger peymana agirbestê bi cih neyne û Hizbûllah bêçek neke, dê bi “encamên karesat” re rû bi rû bimîne. Di agahiyê de hat gotin ku duh bişev Hîzbûllahê gelek roket avêtine Îsrîlê û ev daxuyanî piştî van êrişên bi roketan hat dayîn.
Amerîka Derya Spî kir baregeha keştiyên balafirên şer
Gelek caran Serokê Amerîkayê û birpirsên Amerîkî diyar dikin ku ew hebûna xwe ya leşkerî ya li Derya Spî zêde dikin. Li gorî Fox Newsê duh keştiya balafirên şer USS George HW Bush (CVN 77) li Rojhitê Derya Spî dê bê bicîhkirin û ev dê bibe keştiya sêyemîn ya çalek ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê. Her du keştiyên din ên bi navê USS Abraham Lincoln û USS Gerald R. Ford li Derya Spî li dijî Îranê di nava şer de ne. Hat gotin ku hebûna van keştiyan bi hev re dê rê li ber gelek lawaziyên şer bigire.
Kirinên hêzên leşkerî yên Îranê û gotinên Pezeşkiyan naşibin hev
Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirineke li ser platforma xwe ya medyaya dîjîtal Truth Social de bersiv da gotinên Serokomarê Îranê Mesuod Pezeşkiyan ya “teslîm nabin” û got ku îro dê pir bihêz li Îran bixin. Trump diyar kir ku ew êrişan berfireh dikin û hedefên nû jî dê lê bên zêdekirin. Her wiha îdiayên ku Îranê leşkerên Amerîkî revandine jî hate redkirin.
Du fermandarên Kuweytî di êrişên Îranê de hatin kuştin
Li gorî medyaya Îsraîlê, du endamên hêzên ewlehiyê yên Kuweytê di êrişên ku serê sibeha îro de ji aliyê Îranê ve li dijî Kuweytê pêk hat de hatin kuştin. Her wiha hat gotin ku çend dronên Îranê li depoyên sotemeniyê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê xistine û ev êriş li derdorê bû sedema ziyan û şewatê; şewat piştî çend saetan hat kontrolkirin.
YME: Me moşek û dronên Îranê bêbandor kir
Yekîtiya Mirîtiyên Erebî (YME) dîyar kir ku ew xwe li dijî moşek û balafirên bêmirov ên Îranê diparêzin. Wezareta Parastinê ya Yekîtiya Mîrîtiyên Erebî ragihand ku sîstemên parastina hewayî li dijî balafirên bêmirov û moşekên ku ji Îranê tên, hatine aktîfkirin û êrişên pêk hatin li hewa bêbandor kirine.
Li Silêmaniyê bi doronek êrişê Neteweyên Yekbûyî kirin
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, bi firokeyeke bêmirov êriş li dijî avahiyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Silêmaniyê yê li Herema Kurdistane pêk hat. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Reutersê, duh di derengê şeve de firokeyeke bêmirov êrişî avahiyeke NYê ya li Silêmaniyê kir. Derbarê xesaran de agahî nehat dayîn.
Awistralya: Em leşker naşînin lê em ê parastina hewayî bikin
Wezîra Karên Derve yê Awistralyayê Penny Wong di hevpeyvîneke televîzyonê de got ku di vê pêvajoyê de Îranê êrişê gelek welatan kir û ew ne alîgir in. Ji ber vê yekê, tê payîn ku ew ji wan alîkariyê bixwazin û ew ê vê yekê bi baldarî binirxînin. Awistralya ligel ku hevalbendeke nêzîk yê Amerîkayê ye eşkere kir ku şer gurttir bibe jî ew ê leşker neşînin Rojhilata Navîn. Lê Wong diyar kir ku ew karin wan welatan ji êrişên moşek û dronan biparêzin.
Çîn: Hêza mezin ne hişê mezin e
Li gorî nûçeyeke rojnameya The Guardian ya îro Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi di daxuyaniyeke çapemeniyê de li Pekînê got ku şerê ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye meşandin divê qet çênebûya. Wang Yi wiha got: “Hebûna bihêz nayê wateya hişê bihêz. Cîhan nikare vegere ser yasaya çolê.” Wang Yi bang jî dike û di banga xwe de dixwaze ku operasyonên leşkerî lezgîn bên rawestandin da ku pêşî li girantirbûna rewşê bigire û hemû alî zûtirîn vegerin ser danûstandinan.


