Şêniyên Cizîrê û Kobanê sardana gorên şehidan kirin
Xelkê Cizîrê û Kobanê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdên xwe kirin.

Li tevahî bajarên Cizîrê û Kobanê bi boneya Cejna Qurbanê gel di saetên sibehê de berê xwe dan pakrewangehên şehîdan. Xelkê Dêrikê serdana Pakrewangeha Şehîda Xebat Dêrik kir. Xelkê Tirbespiyê serdana Pakrewangeha Şehîd Dilşêr kirin. Li Qamişlo jî gel berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan û xelkê Amûde jî çûn serdana Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir.
Li Hesekê jî malbatên şehîdan û xelkê Hesekê serdana Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê kirin. Li Dirbêsiyê jî gel serdana Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê kirin. Her wiha Xelkê Til Temir serdana Pakrewangeha Şehîdên Til Temir kirin. Bi hezaran şêniyên Kobanê jî berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dicla. Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi komî di roja yekem a Cejna Qurbanê berê xwe dan pakrewangehên şehîdan û Cejna Qurbanê li hevdû pîroz kirin.


