SAMER: Di 2026an de 48 jin hatin kuştin

Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Sahê SAMER navbera 1ê çileyê-5ê adara 2026an de 95 jinan jiyana xwe ji dest dan ku 47 ji van bi rengekî bi guman in.

1 deqe xwendin
SAMER: Di 2026an de 48 jin hatin kuştin

SAMERê nûçeyên di Bîanet, Jinnews, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, Ajansa Mezopotamya (MA), Anit Sayaç û gelek ajansên çapemeniyê yên neteweyî û herêmî lêgerîn kir û daneyên bi dest xistî ragihand SPSSê. Li gorî encamên lêgerînê, navbera 1ê çileyê-5ê adara 2026an; herî kêm 48 jin û 6 zarokên keç hatin kuştin, 47 jin û 11 zarok bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.