Salih Muslim li Şamê û Beyrûdê hate bi bîr anîn
Li Şam û Beyrûdê siyasetmedarê kurd û endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hate bîranîn.

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya paytexta Lubnan Beyrûtê merasîma bîranîna şehîd Salih Muslim û şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist. Merasîm li Navenda Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi beşdariya endamên PYD, malbatên şehîdan, nûnerên Kongra Star û kurdên li Lubnanê dijîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Di merasîmê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê, Ebduselam Ehmed têkoşîna şehîdên PYDê ve vegot û diyar kir ku PYDê partiya şehîd û têkoşeran e, ji destpêka hatî avakirin şehîd dane.
Ehmed destnîşan kir ku PYDê nûnertiya beşek mezin a gelê kurd li gelek deveran dike û îşaret pê kir ku guhertinên di qada siyasî ya kurdî û cîhanê de çêbûne berhemên têkoşîna kesên mîna şehîd Salih Muslim û hevrêyên wî ne.
Ebduselam Ehmed banga domandina têkoşîna siyasî ji bo doza gelê kurd û şopandina rêya şehîdan kir. Herwiha bi bîr xist ku Salih Muslim jiyana xwe ji bo parastina doza kurdî li çar aliyên Kurdistanê veqetand û yek ji siyasetmedar û dîplomatên ku bi fikrê civaka demokratîk bawer bû.
Di merasîmê de, berpirsa Meclisa PYDê ya Lubnanê Rêvan Mihemed jî got, şehadeta Salih Muslim windahiyek ji bo hêzên democrat û şoreşgerî bû.
Rêvan Mihemed destnîşan kir ku şehîd Salih Muslim mafên gelê kurd û Sûriyeyê diparast û yek ji damezrînerên projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha domand "Hem ji bo doza kurdî û hem jî xebata nîştimanî ya Sûriyeyî di çarçoveyeke demokratîk de kir. Şehîd Salih Muslim kedek mezin da. Kurê wî şervan di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bû."
Rêvan Mihemed anî ziman ku "Salih Muslim yek ji damezrînerên PYDê bû. Di merheleyekê de ku xebata siyasî ya kurdî li Sûriyeyê zehmet bû, rêxistina partiyê ava kir. Di pêvajoyên zehmet de gelek caran jî serokatiya partiyê kir û rolek mezin di pêşxistina xebata siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê list. Şehîd Salih Muslim wê di bîra me de be. Têkoşîna wî wê di xebata siyasî û neteweyî de modelek bimîne."
Ji bo siyasetmedar û endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê şehîd Salih Muslim îro li Şamê merasîmek hat lidarxistin. Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Şamê Ebdulkerîm Omer, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (PDKS) Cemal Şêx Baqî û hejmarek siyasetmedar û rewşenbîr û nûnerên saziyên civakî beşdar bûn.
Di merasîmê de têkoşîna şehîd Salih Muslim û keda wî ya ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, azad û dadmend hat vegotin.


