Rojnameger Nedîm Oruç ji girtîgehê derket: Em ê dîsa binivîsin
Rojnameger û nûçegagihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç ku 3 mehan girtî ma, piştî biryara berdanê, ji girtîgehê deret. Hempîşewên wî ew pêşwazî kirin. Nedim Oruç got em dîsa li virin û em ê dîsa binivîsin.

Danişîna ewil a doza Rojnameger û nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç û 19 kesên din, li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hat. Piştî dadgehê der barê tevan de biryara berdanê da, Rojnameger Nedîm Oruç û 19 kesên di ji girtîgehê derketin.
Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç di 14ê Çileyê li taxa Nûr a Cizîrê dema ku nûçe dişopand bi lêdanê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Tevî Nedîm Oruç, 8 jê zarok bi giştî 20 welatî bi îdiaya “Tev li çalakiyan li dijî êrişên Rojava bûne”, “Fîşekên hewayî avêtine polîsan”, “Zirar dane malê cemaweriyê” hatibûn girtin. Danişîna ewil a Nedîm Oruç û 19 kesên din li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Oruç û 19 welatiyên din bi tevî parêzerên xwe ve di danişînê de amade bûn. Rêveber û endamên DFGê, rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî piştgirî dan doza Nedîm Oruç û welatiyên din. Şandeya dadgehê ji rojnameger Nedîm Oruç xebatên rojnamegeriyê û parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal pirsî. Nedîm Oruç îdiayên derbarê xwe de red kir û destnîşan kir ku ew di çarçoveya xebata xwe ya rojnamegeriyê de li wir amade bûye û wî nûçeyê şopandiye. Nedîm Oruç anî ziman ku armanca wî ew bû ku raya giştî agahdar bike û ev yek jî karê rojnamegeriyê ye.
Hemû kesên parastina xwe kirin îdiayên li ser xwe red kirin û dan zanîn ku ew bi zora polîsan û zexta derûnî îfade dane.
Parêzeran parastina muwekîlên xwe kirin û diyar kirin ku nehatiye piştrastkirin ku muwekîlên wan tev li çalakiyan bûne. Parêzeran xwestîn dîmen û wêneyên çalakgeran werin hevrûkirin û muwekîlên wan werin berdan.
Hemû girtî hatin berdan
Şandeya Dadgehê tevî rojnameger Nedîm Oruç derbarê 19 welatiyan de biryara tehliyeyê da. Dadgehê bi biryara kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat de biryara tehliyeyê da.
Piştî biryarê Nedîm Oruç û 19 kesên din ji girtîgehê hatin berdan. Nedîm Orûç ji girtîgehê derket. Nedîm Oruç, piştî hat pêşwazîkirin got "Em li vir in û em ê nivîsandina rastiyan berdewam bikin. Bijî çapemeniya azad.


