Rahim Bandoui: Li Îranê pêşengiya Kurdan girîng e
Endamê Konseya Navendî ya Partiya Gel a Belûcistanê Rahim Bandoui diyar kir ku di paşeroja Îranê de rola Kurdan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Saziya bi navê Centre For Kurdish Affairs ku navenda wê li Londonê ye, di 19ê Gulanê de li Parlamentoya Brîtanyayê panelek bi navê "Paşeroja Îranê: Rewşa Niha ya Gelên li Îranê û Perspektîfên Ji Bo Paşerojê" li dar xist. Beşdarê panelê Endamê Konseya Navendî ya Partiya Gel a Belûcistanê Rahim Bandoui, li ser panelê û paşeroja Îranê ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî re axivî.
Rahîm Bandoui diyar kir ku rejîma Îranê ji ber polîtîkayên xwe, ne di nav welat de di qada navneteweyî de, ne xwedî rewabûnê ye û got: “Ji ber tiştên diqewimin gel rojên dijwar derbas dikin. “Mirov li wir jiyanekê asayî najîn. Ji ber vê yekê di çavê gelê Îranê de rewabûna vê rejîmê tune ye. Sedema rûdana vî şerî bixwe jî ev rejîm e. Ev hikûmet êrişên li dijî xwe teşwîq kir, ji ber ku wan her dem teşwîqî aloziyeke wiha dikir.”
Rahim Bandoui anî ziman ku piştî destpêkirina şer û aloziyan, rejîm bi temamî ketiye destê Arteşa Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) û wiha axivî: “IRGC hem hêzeke îdeolojîk û hem jî hêzeke çekdar e. Di heman demê de aboriya Îranê jî kontrol dike. Gel li pişt artêşê nîn e. Yên ku piştgiriya wan dikin tenê ew kes in ku bi çek û derfetên ji aliyê IRGC’ê ve tên dabînkirin ve hatine birêxistinkirin. Îro hemû derfetên Îranê di destê wan de ne.” Bandoui diyar kir ku rejîm di pêvajoya dawî de ji bo berdewamiya xwe hewldaneke mezin dide û destnîşan kir ku êrişên li ser welatên ku tevli şer nabin û bi taybetî li ser partiyên Kurdî, çend ji van hewldanan e.”
Rahim Bandoui bal kişand ser hevdîtinên bi DYAyê re û wiha dirêj kir: “Hîn ne diyar e ku hevdîtin dê di kîjan şert û mercan de bin. Em dibînin ku Trump jî bi mehan e bi berdewamî daxuyaniyan dide û dibêje 'em pir nêzîk in'. Rejîm bi rastî hewl dide bigihîje peymaneke aştiyê. Lê şertên ku rejîm pêşkêşî DYA’yê dike û şertên ku DYA pêşkêşî Îranê dike li hev nakin. Mijara ku di muzakereyan de tê nîqaşkirin jî ev e. Lêbelê li gorî fikra min di encamê de tu peyman çênabe. Ji ber ku alî gavan paşde navêjin. Di encamê de dê şer hîn tundtir bibe. Îran dê ji vê şerî zêdetir zirarê bibîne û di dawiyê de bêyî teslîmbûna bo gelê Îranê tu rêyeke din ji vê rejîmê re namîne. Rejîm tam ji ber vê yekê îro bi hincetên cûda gelek kesan darve dike. Mirovan dixe girtîgehan, îşkenceyan li wan dike. Bi taybetî dema ku mijar dibe Kurd û Belûc, hîn tundtir tevdigere. Ji ber ku wan ji xwe nahesibîne.”
Rahim Bandoui destnîşan kir ku di serî de Tirkên Azerî ku kêmîneyên herî mezin a Îranê ne, tu kêmîneyek etnîkî rejîma heyî qebûl nake û wiha berdewam kir: “Rêbertiya tevgera berxwedanê ya ku ji aliyê gelan ve tê kirin, bi piranî di destê kurdan de ye. Ferq nake ev partî nû bin an kevn bin, ji ber şert û mercên heyî Kurdan bi awayekî fîîlî rola rêbertiyê li xwe girtine. Me hemûyan şahidî ji tiştên ku di dema tevgera ‘Jin, jiyan, azadî’ de qewimîn re kir. Ev tevger tenê li Îran an Rojhilata Navîn sînordar nema, li hemû cîhanê belav bû. Ji ber vê yekê rola ku Kurdan di raboriyê de lîstiye û rola wan a îro ya li Îranê, krîtîk e. Partiyên siyasî yên din û hêzên muxalîf ên li Îranê jî girîngiyeke mezin didin rola ku Kurd dê bilîzin. Her kes li bendê ye ku gelê Kurd û tevgerên siyasî yên Kurd berpirsiyariyeke li xwe bigirin. Lê niha li hemberî gelê Kurd hêvî û bendewariyeke pir mezin heye. Ji ber ku berpirsiyariyeke wan a dîrokî heye ku divê bînin cih. Armanca me parastina mafên gelên ku zêdetirî sedsalekê ye di bin zextê de dijîn e”
Rahim Bandoui da zanîn kir ku di navbera Kurd û Belûcan de êş û dostaniyeke hevpar heye û wiha pêde çû: "Êşa Kurdan êşa Belûcan e, êşa Belûcan jî êşa Kurdan e. Ji ber vê yekê, her çend di aliyê siyasî de hinek cudahiyên me hebin jî, di navbera Kurdistan û Belûcistanê de her dem hevgirtineke xurt heye. Dema ku tevgera 'Jin, jiyan, azadî' dest pê kir, bi taybetî piştî bûyerên Înîya Reş a li Belûcistanê, gelê Belûc bi rengekî pir xurt rabû ser pêyan. Di bûyera ku wekî Înîya Reş tê naskirin de nêzîkî 300 kes hatin kuştin an jî birîndar kirin. Tevî vê yekê jî protesto zêdetirî salekê berdewam kirin. Ev jî nîşan dide ku tevgera 'Jin, jiyan, azadî' li herêmên cûda yên Îranê hem di aliyê ramanî û hem jî di aliyê siyasî de guhertineke mezin çêkiriye. Vê tevgerê roleke pir girîng lîst. Gelê Belûc nîşan da ku ew bi gelên din ên li seranserê Îranê re di nav hevgirtineke xurt de ye. Bi taybetî da xuyakirin ku daxwazên gelê Kurd û daxwazên wan yek in. Îro Kurd û Belûc bi hev re tevdigerin. Her sîstemek ku piştî rejîma Komara Îslamî ya li Îranê bê avakirin, neçar e ku mafên wekhev ên hemû nasname û gelên li Îranê qebûl bike. Ji ber vê yekê, bêyî qebûlkirina mafên wekhev ên van gelên bindest, ne pêkan e ku li Îranê îstîqrar pêk bê û welatekî pêşketî ava bibe.”


