Polîtîkayên qeyûman û têkoşîna jinan

Ji roja ewil heta îro jinên kurd li dijî politikayên qeyûman bêdeng nemane. Helwesta jinan pir zelal û xurt e, ew îro jî pêşengtiya berxwedanê dikin. Jinên kurd dê li dijî polîtîkayên qeyûman têkoşîna xwe ya li rêveberiyên xweser bidomînin.

1 deqe xwendin
Polîtîkayên qeyûman û têkoşîna jinan

Sofya Alagaş

Polîtîkayên qeyûman ên dewletê yên li ser şaredariyan 11ê îlona 2016an dest pê kir. Hikûmetê hewldana darbeya 15ê tîrmeha 2016an kir hincet û 1ê îlona 2016an Biryarnameya Qanûnî (KHK) derxist û piştî vê biryarê dest bi tayînkirina qeyûman kir li ser şaredariyan. Polîtîkaya tayînkirina qeyûman bi taybet li Kurdistanê li ser şaredariyên di destê kurdan de (şaredariyên DBP/HDP/ DEM Partiyê) heta îro berdewam e. 

Bi hinceta ‘endamtiya rêxistinên qedexe’ yan jî piştgiriya rêxistinên qedexe, ev 3 serdem in şaredarî ji aliyê dewletê ve tên desteserkirin. Her çiqas dewletê bi hincetên hiqûqî şaredarî desteser kiribin jî, ev biryar ne kanûnî û hiqûqî, bi temamî siyasî ne. Ev biryar bêtehemulî û dijmintiya li îradeya gelê kurd û jinan e. Ji ber vê yekê qeyûman pêşî êrişî sazî û dezgehên kurdan û taybet jî saziyên jinan kir û mêr wek midûr û serok tayînê saziyên jinan kirin an jî gelek midûriyetên jinan girtin. Herwiha gelek navendên jinan hatin girtin, di rêveberiyên saziyên jinan de gelek guhertin çêbûn. Li gelek şaredariyan saziyên jinan hatin veguhertin, cihê saziyên jinan dewrî saziyên nêzîkî hikûmetê (KADEM, TURGEV) û diyanetê kirin. Bi van kiryaran dewletê peyam da jinan ku ew nikarin li rexmî hebûna dewletê tiştekî xweser ava bikin. 

Jinan li hemberî tundiyê rêxistina xwe xurt kiribû û jinên ku tundî li wan dihat kirin dizanîn ku dê biçin li ku derê û çawa li hemberî tundiyê têbikoşin. Li dijî tundiyê mêran ne bêçare bûn, serî neditewandin. Ji ber vê yekê ji bo jin li dijî tundiyê bêçare bimînin, qeyûman xebatên li dijî tundiyê û parastina xebatên tundiya mêr-dewletê (tundiya malbatî, tacîz, tecawiz) rawestandin. Vê li Kurdistanê pêşiya tundiyê vekir û her ku çû tundî zêdetir bû. 

Şaredarî ji bo jinan xurtkirina aborî û debaran wan bûn jî. Jina aboriya wê xurt, bi piştrastî têdikoşiya, di qada siyasetê de roleke aktîf werdigirt. Ji bo aboriya jinan lawaz bikin, qeyûman jinên li şaredariyan dixebitîn (bi taybetî yên xebatên jinan dikirin) ji kar derxistin an jî mobîng li wan hat kirin. Kooperatîf û bazarên jinan, kreş û perwerdeyên aboriyê hatin rawestandin an jî guhertin. Ji ber van polîtîkayan jin vegeriyan mala xwe aboriya wan lawaz bû. Qeyûm û pergala qeyûman, herwiha wekî amûrên tepisandin, şikandina îradeyê û bêçarehiştina jinan xebitîn û dixebitin. 

Qeyûman erişî pergala hevserokatiyê jî kir, ji ber ku pergala hevserokatiyê wekî sembola azadiya jinan hat dîtin. Hevserokatî hevsengiya di navbera zayendan de ava dike. Jin û mêr bajêr bi hev re bi rê ve dibin û biryarên girîng bi hev re didin. Her du zayend xwe di rêveberiya bajêr de wekhev dibînin û her du xwedî erk in. Hevserokatî ne tenê mafê jinan diparêze, herwiha mafê mêran jî diparêze. Wekî jinan, mêr jî bi pergala hevserokatiyê nêzî hişmendiya jinan dibin û ew jî ji pergala mêr-dewletê dûr dikevin. Ji ber vê yekê dewlet li hemberî hevserokatiyê bêtehemul e. 

Hedefa van êriş û texrîbatan ne tenê aborî, siyasî û çandî, tunekirina destkeftiyên şoreşa jinan e li Kurdistanê. Ev polîtîka heta niha bi awayekî sîstematîk hatin meşandin. Ev yek jiyana jinan dixe bin metirsiyeke mezin. 

Berxwedana jinan çiqas bilind dibe, êrişên pergalê jî ewqas zêdetir dibin. Eger li cihekî êrişên pergalê yan jî dewletê zêde bibin, divê em bizanibin ku li wê derê tu li dijî pergalê helwesteke kurdî nîşan didî. Pergal ji tirsa lawazbûna xwe êriş dike. Jinên kurd bi pergala hevserokatiyê destnîşan kir ku ew hene û dikarin pirsgirekên xwe û civakê çareser bikin. Bi helwest û polîtîkayên xwe dan zanîn ku ew ne bêçare ne. Bi polîtîkayên rêveberiyên xweser (DBP/HDP/DEM Partî) şaredarî dibin sîwana jinan. 

Ji roja ewil heta îro, jinên kurd li dijî polîtîkayên qeyûman bêdeng nemane. Helwesta jinan pir zelal û xurt e; ew îro jî pêşengtiya berxwedanê dikin. Jinên kurd dê li dijî polîtîkayên qeyûman têkoşîna xwe ya li rêveberiyên xweser bidomînin.

Herwiha bi manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê sibatê, têkoşîna jinan a li rêveberiyên xweser jî ket qonaxeke nû. Di demên pêş de dê bandora manîfestoya 27ê sibatê bi awayekî şênber xuya bibe. Îro jin li ser bingeha manîfestoya 27ê sibatê amadekariyên pêşwazîkirina 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Pîrozbahî, çalakî û têkoşîna 8ê Adarê ya îsal dê ji bo xwedîderketina li manîfestoyeya 27ê sibatê bibe bersiveke xurt. Dê jinên kurd bi manîfestoyê têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.