Polîs ketin avahiya CHPê

Li ser daxwaza Kemal Kiliçdaroglu polîs bi zorê ketin avahiya Navenda Giştî ya CHPê. DEM Partiyê daxuyanî da û xwest rêgezên hiqûqa demokratîk esas bigirin.

1 deqe xwendin
Polîs ketin avahiya CHPê

Kemal Kiliçdaroglu piştî biryara “Batalkirina teqez” a Dadgeha Îstînafê wek Serokê Giştî yê CHPê hate tayînkirin. Kemal Kiliçdaroglû serî li Walitiya Enqereyê da ku navendê radestî wî bikin. Li ser vê yekê polîsan Navenda Giştî ya CHPê dorpêç kir. Piştî biryara tahliyekirina Navenda Giştî ya CHPê bi sedan welatî ji bo tehliyekirinê bidin sekinandin hatin li pêşiya navenda giştî ya CHPê. Polîsan bi mudaxileya gaza îsotê û TOMAyê, ketin hundirê navendê.

Parlamenterên CHPê û rêveber ji bo radestnekirina navenda giştî li ber xwe didin. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî dîmenekê ketina polîsan parve kir û diyar kir ku ew di bin êrişan de ne û heta kengî dê li ber xwe bidin nediyar e.

Li derdora Navenda Giştî ya CHPê girsê kom dibe û bi berzkirina dirûşmeyan bertekan nîşanî polîsan didin. Polîs jî bi gaza îsotê êrişî girseyê dike. Bertekên girseya li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê didome.

DEM Partiyê daxuyanî da

DEM Partiyê têkildarî êrîşa polîsan daxuyanî da û diyar kir ku ew bi fermana walitiyê ketina polîsan a navenda CHPê qebûl nakin.