Platforma Yekîtiya Jinên Kurd encamnameya komcivîna xwe aşkera kir
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd encamnameya Komcivîna xwe ragihand.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Komcivînek li dar xist. Komcivîna ku bi şîara "Bi pêşengî û yekîtiya jinên kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve" pêk hat, gelek jin beşdar bûn.
Jinan piştî komcivînê encamnameya xwe aşkere kir.
Encamnameya Komcivîna Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur wiha got: “ Erdnîgariya Rojhilata Navîn, wekî ku di her serdemên dîrokê de hatiye dîtin, îro jî bûye navenda herî dijwar a şer, pevçûn û lîstikên siyasî yên hêzên serdest. Dema em li rûpelên dîrokê û rûdanên rojên me yên îro dinêrin, aşkere dibe ku gel û baweriyên qedîm ên vê axê her roj bi êrişên nû û piralî yên hêzên desthilatdar û hegemonîk re rû bi rû dimînin. Ev hêzên ku tenê li ser bingeha berjewendiyên xwe yên aborî û polîtîk tevdigerin, hewl didin bi rêya zext, dagirkerî û her cure polîtîkayên qirkirinê nexşeya herêmê ji nû ve ava bikin û vîna gelên azadîxwaz bindest bikin. Lê bele her alî baş dizanê ku ev dizaynkirina nexşereya Rojhilata Navîn beyî gelê kurd pêk naye. Kurdistana ku bi sedsalan e bê statu hatiye hiştin û veguheriye qada kolonyalîzmê, di vê serdemê de careke din bûye hedefa sereke ya van hêzan û hemû nirxên neteweyî, mirovî û çandî yên gelê kurd ketine bin xetereya talan û wêrankirinê.
Li rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê, li ber çavên hemû cîhanê, hewl hat dayîn ku bi destên komên hov ên tarî pergala jiyana demokratîk û azadiya jinan a ku nêzîkî panzdeh salan e hatiye avakirin, were hilweşandin. Armanca sereke ya van êrişan şikandina vîna gelê kurd û jinan bû ku wekî modela jiyaneke nû li herêmê şîn bûye. Lê belê, berxwedana dîrokî ya gelê me û bi taybetî vîna jinên kurd a ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ gerdûnî bûye, nîşan da ku hêza herî mezin a parastinê yekîtiya gel bi xwe ye. Jinên kurd di vê pêvajoyê de ne tenê ji bo parastina xwe, lê ji bo parastina hemû bawerî û gelên ku bi wan re dijîn têkoşîneke bêhempa meşandin.
Li rojhilatê Kurdistanê, ev vîna azadiyê ya ku bi qetilkirina Jina Amînî veguherî şoreşeke jinan a gerdûnî, careke din nîşan da ku jin pêşengên guhertina civakî ne. Ev serhildana ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemû bajarên Rojhilat û Îranê belav bû, li hemberî her cure zilm û zordariyê bûye sembola rûmeta mirovahiyê. Tevî ku îro gelê me yê li Rojhilat ji ber lîstik û şerên hêzên desthilatdar ên li ser herêmê êşên mezin dikişînin jî, sekna wan a li ser xeta şoreşa jinê hêviya azadiyê geş dike. Her wiha li Şengalê jî her tim xetereya komkujiyeke nû heye û gel li dijî wê li ber xwe dide.
Me wek jinên kurd ên li Bakur, her çend êrişên hêzên serdest ên li herêmê bibe sedema astengiyan jî, ji ber girîngiya vê serdema dîrokî komcivîna xwe bi biryardarî pêk anî. Nîqaşên me yên kûr û watedar nîşan didin ku êrîşên li ser herêmê û destkeftiyên kurdan, zemînekî pir xurt ji bo avakirina yekîtiyê afirandiye û pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd êdî kiriye pêdiviyeke jiyanî ku nayê paşxistin. Avakirina kongreya neteweyî bi feraseta demokratîk dikare rê li pêşiya hemû xetereyan bigre. Em dizanin ku wekî her carê, îro jî fedakarî û têkoşîna herî mezin li ser milê jinan e û jinên kurd xwedî wê hêzê ne ku di pekanina kongreya yekîtiya neteweyî de rola pêşengiyê bikin. Di vê çarçoveyê de, ji bo parastina hebûna me, ji bilî ‘yekîtî û aştiya navxweyî’ tu rêyeke din a serkeftinê tune ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû siyasetmedar, rêxistin û xebatkarên kurd dikin ku zimanekî aştiyane, avaker û yekparêz bi kar bînin û li dijî her cure zimandirejî û gotarên ku zirarê didin ruhê yekîtiyê bisekinin. Û herwiha em wekî jinên kurd ji bo nifşên nû mirateya mayînde bihelin. Li xwedî nasname, ziman, çand û hunera xwe bi awayekî bi biryar derbikevin. Di heman demê de, em bawer dikin ku berpirsyarî û girîngiya medyaya kurdî di vê pêvajoya hesas de gelekî mezin e. Pêwîst e çapemeniya me ji aligiriya teng û duberiyê dûr bikeve û berjewendiyên giştî yên gelê kurd derxe pêş. Di vê pêvajoyê de ji Bakur, Başur Rojava, Rojhilat heta Kurdistana Sor û dîasporayê jinên kurd dengê xwe ji bo yekîtiya neteweyî bilind dikin da ku ev yekîtî pêk were. Em peşnîyar dikin ku li Bakur Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a giştî konferansek hevbeş lidar bixe. Wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur, em ê bi vîna jinan, li dijî erişkirina erişên li ser nasname, ziman û nirxên xwe yên neteweyî her tim helwesta xwe ya hevpar nîşan bidin û heta gihîştina azadiyê em ê di parastin û pêşvebirina felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de bisekinin.
Bijî Yekîtya Kurdan
Bijî Hevgirtina Jinên Kurd.”


