PJAKê 1ê Gulanê pîroz kir

PJAKê 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û diyar kir ku karker bi ked û îradeya xwe ya xurt di heman demê de hîmê civakeke demokratîk jî datînin.

1 deqe xwendin
PJAKê 1ê Gulanê pîroz kir

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

"Roja yekem a meha Gulanê, Roja Karkerên Cîhanê, roja çespandina têkoşînê û gihîştina lûtkeya wê ye. Rojeke ku berxwedana mirovî li hemberî pergalên ku kar wek amûreke çewisandinê bi kar tînin û mirovan dikin koleyên modern, tîne bîra mirov. Di hemwextê pêşwazîkirina vê rojê de ku bi dehan salin desthilatdariya zordar a Komara Îslamî ya Îranê û zilma wê, tevî şerê berdewam ê bi Îsraîl û Amerîkayê re, jiyan û debara karkeran xistiye ber nediyartiyê.

Karker, hêza rastîn a afirîner a jiyana civakî û aborî ne. Ew ne tenê çerxên hilberînê dixin tevgerê, lê bi destên xwe yên bi xebat û vîna xwe ya bi hêz, bingehên rastîn ên civakeke azad û demokratîk ava dikin. Lê di pergalên yekperest û dewlet-navend de, heman ew hêza afirîner û kedkar, bûye amûrek ji bo komkirina milk û desthilatê di destê komeke diyar de.

Sîstema kapîtalîst a ku îro li hemû cîhanê serdeste, sîstemeke pir hişk û bêrehme ku mirovan diçewisîne. Ev sîstem her ku diçe neheqiyê zêdetir dike û bi plan tevdigere. Îro ev sîstem mejiye çêkirî (AI) ne ji bo feydeya mirovan, lê ji bo ku hîn zêdetir mirovan ji kar derxîne, bêkar bihêle û wan hîn feqîrtir bike bi kar tîne. Ev rewşa nebaş ya bêkarî û hejariya bi vî rengî di dîrokê de tu carî wekî niha nehatiye dîtin. Di vê pergalê de karker ji agahî û jêhatîbûnê bêpar tên hiştin û ji çerxa xwezayî ya jiyanê tên dûrxistin. Bêguman cîhaneke bi vî rengî dê hîn metirsîdartir bibe.

Roja Karkeran, roja yekîtiya hemû kedkarane, yekîtiya karkeran, jinên karker, ciwanan û hemû çînên bindeste. Ev roj, ne cejna koletiyê û ‘karkerbûnê’ ye, cejna berxwedan û têkoşîna ji bo rizgariya ji her cure zordarî, çewisandin û cudakariyê ye. Divê neyê hiştin ku diyardeya ‘kar’ wekî amûrekê ji bo çînayetîkirin û neyeksankirina tirsnak a civakê were bikaranîn. Di cîhana îro de, çewisandina hêza kedê li gel wêrankirina xwezayê hevseng dimeşe. Karker tenê dema ku xwe ji zincîrên koletiya modern rizgar bikin, wê demê dikarin bibin parêzvanên rastîn ên jîngehê. Azadiya karker, azadiya xwezayê ye jî.

Em bi taybetî dengê jinên karker bilind dikin, ew kesên ku di bin siya cudakariya zayendî de du qat tên çewisandin û beşa herî bindest a civaka karkeranin. Ti civakeke ku tê de jinên karker bi vî rengî rastî sivkayetî û çewisandinê tên, nikare îdîaya dadperwerî û azadiyê bike.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her roj karker ji aliyê desthilata hikûmetê ve rûbirûyê hejarî, bêkarî, binpêkirinên mafan û talankirina destheqê dibin. Bi hezaran kombûn û nerazîbûnên karkeran yên di salên dawî de, hem nîşaneya kûrahiya karesata debara jiyanê ye, hem jî şahidê vîna têkoşer a kedkaran ya ji bo bidestxistina mafên wane.

Îro, siya şerê wêranker yê ligel Îsraîl û Amerîkayê barekî girane li ser milê karkeran. Ji keda karkeran bo bi milyaran dolar li şûna nan û jiyanê, bi mûşek, dron û wesayîtên serbazî tê dayîn û bi milyonan karker bêkar mane.

Vî şerî hejarî, enflasyon û bêkariyê li ser milên kedkaran girantir kiriye. Debara milyonan malbatên karkeran ber bi têkçûnê ve dibe. Ji ber vê çendê karker naxwazin bibin qurbaniyên nakokiyên hêzan. Ew azadiyê dixwazin, ne ku şer û birçîtiyê. Yanî tenê rêyek heye ew jî pêşxistina têkoşînek bi rûmet a sivîl a karker û çînên din ên civakê ye.

Roja cîhanî ya karkeran roja nûkirina peymana li gel vê têkoşînê ye. Têkoşînek ku tenê bi rêxistinkirina berfireh, piştgiriyek rasteqîn a hemû çînên hatine çewisandin, berdewamiya berxwedaniya sivîl û demokratîk digihe encamê.

Karker ne bitenê ne. Jin, ciwan û hemû kesên ku rûbirûyê zilm, cûdakarî û çewisandinê bûne pêwîste di eniyek yekgirtîde bisekinin. Da ku civakek avakin ku têde ‘kar’ amraza rizgariyê be, neku koletî. Civakek ku têde mirov û xweza herdu ji çengên wêrankariyê rizgar bibe.

PJAK roja cîhanî ya karkeran li tevayî karker û kedkarên Kurdistan û Îranê, cîhanê, Rêber Apo û malbatên şehîdan pîroz dike. Bêguman em tev bihevre bi yekitî û piştgiriya bi hevre dikarin têkoşîna rewa, demokratîk û azadîxwaz bigihînin lûtkeyê.

Em bang li tevahî gelê Kurd, bi taybetî karker, kedkaran, jin, ciwanan, rewşenbîr û çalakvanan dikin ku di Roja Cîhanî ya Karkeran de bi pêşxistina têkoşîna xwe ya bêrawestan, çalakiyan li ser bingeha ‘Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgrêka Kurd’ bigihînin lûtkeyê. Amadebûna hemû karker û tebeqeyên civakê di qadan de, yekane rêya pêkanîna azadî û demokrasiyê ye. Bila azadiya çîna karker bi azadiya tevahiya civakê re mîsoger bibe.

Her wiha roja 1’ê Gulanê hemwexte ligel salvegera şehadeta şehîdên Komîteya Ragihandinê ya PJAK’ê. Em van şehîdan bibîrtînin û soz didin ku têkoşîna wan a ku ji bo parastina tevahiya civakê û beriya her kesî jî ji bo çînên kedkar û hejarên civakê bû, bigihînin armancê. Ruhê wan şad û bîranîna wan bi xêr be."