Peyamên hevdîtina li Îmraliyê

Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin hevdîtina şandeya Îmraliyê ya di 27ê Adarê de erk û berpirsyariyên nû daniye pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê û deshilata AKPê. Ger di vê pêvajoya ku li herêmê agirê şerê cîhanê yê sêyemîn geş dibe di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de dewleta tirk gavên pêwîst neavêje û pêvajoyê dereng bixwe wê mezin wenda bike.

1 deqe xwendin
Peyamên hevdîtina li Îmraliyê

Di 27ê Adara 2026an de heyeta DEM Partiyê ve bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinek girîng pêk anî. Daxuyaniya ku piştî vê hevdîtinê hat parvekirin, ne tenê daxuyaniyeke siyasî ye; ew di esasê xwe de manîfestoyeke stratejîk e ku ji bo derketina ji tengasiyên kûr ên Rojhilata Navîn nexşerêyekê pêşkêş dike. Rêber Abdullah Ocalan, di vê dema ku şerê Îran-Îsraîlê û gengeşiyên nû yên global herêmê dorpêç kirine, pirsgirêka kurd ji çarçoveyeke teng derdixe û wê dixe bingeha aramiya herêmî û entegrasyona demokratîk.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên di hevdîtinê de balê dikişîne ser dînamîkên şerê li Rohilata Navîn û sê xetên ku li wir derdikevin pêş. Xeta yekem a ku bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê dimeşe û xeta duyem a ku statukoya heyî diparêze. Rêber Apo van herdû xetan weke du rehengên di xizmeta hegemonyayê de dinirxîne. Li hemberî van her du xetên ku herêmê ber bi kaoseke nû ve dibin, Rêber Ocalan Xeta Sêyemîn wekî alternatîfa jiyana hevpar û demokrasiyê datîne pêş. Ev nêzîkatî nîşan dide ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê, lê ji bo ku gelên herêmê nebin qurbana planên hegemonîk, mîsyoneke dîrokî hildigire ser milê xwe.

Yek ji aliyên herî baldar ê analîzê, vegera li rehên dîrokî ye. Rêber Abdullah Ocalan bi mînakdayîna Peymana Kadeşê, tîne bîra me ku li vê axê kevneşopiyeke kûr a aştiyê heye. Ew destnîşan dike ku ewlehiya Anatolyayê ne bi dîwar û sînorên hişk, lê bi yekitiya demokratîk a bi Mezopotamyayê re pêkan e. Di vir de têgeha Entegrasyona Demokratîk derdikeve pêş; ev têgeh ne asîmîlasyonê, lê beşdariya kurdan a bi nasname, çand û îradeya xwe ya azad di nav sîstema demokratîk de îfade dike. Ev yek wekî vegera li xwezaya dîrokî ya herêmê tê pênasekirin.

Rêber Abdullah Ocalan bi zelalî diyar dike ku pirsgirêka wan ne bi saziya komarê re ye, lê bi şêwazê birêvebirina wê yê antî-demokratîk re ye. Ew asîmîlasyon û nêzîkatiyên pozîtîvîst ên sedsala borî wekî kirasê teng bi nav dike ku êdî civak di nav de hil nayîne. Ji bo ku komar du qat bihêztir bibe, pêwîstiya wê bi demokrasiyê heye. Di vê çarçoveyê de, welatîbûna pozîtîf tê wê wateyê ku dewlet êdî nasnameya kurd wekî tehdîdeke ewlehiyê nebîne û kurd jî bi mafên xwe yên bingehîn ên wekî azadiya jinan û azadiya rêxistinbûnê bibin stûnên sereke yên Komara Demokratîk.

Xala herî krîtîk a ku civakê rehet dike, dubarekirina banga 27ê Sibatê ye. Rêber Apo dibêje; "Serdema têkoşîna çekdarî bi awayekî mayinde bi dawî bûye." Vê noqanê jî weke veguhastina enerjiyê ji qada leşkerî ber bi qada Siyaseta Demokratîk ve pênase dike. Lê belê, ji bo ku ev veguhastin bi ser bikeve, Rêber Ocalan balê dikişîne ser berpirsiyariya Meclisê. Divê ev daxwaza aştiyê di çarçoveyeke qanûnî û kolektîf de were mîsogerkirin da ku nebe qurbana polîtîkayên rojane.

Di encamê de, daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan bangeke ji bo aqilê selîm û wijdanê civakî ye. Civaka Demokratîk a ku ew qala wê dike, sîstemeke wusa ye ku li ser bingeha civakê ava dibe, ne li ser ferzkirina dewletê. Ev manîfesto nîşan dide ku eger îradeya çareseriyê ya rastîn û diyalog pêş bikeve, Tirkiye û herêm dikarin ji qirêjiya şer rizgar bibin û ber bi sedsaleke nû ya azadiyê ve gavan biavêjin. Wekî ku Rêber Abdulalh Ocalan dibêje, yên bi berpirsiyarî nêzî vê pêvajoyê bibin, wê ne tenê îro, lê paşeroja hevpar jî qezenc bikin.

Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin hevdîtina şandeya Îmraliyê ya di 27ê Adarê de erk û berpirsyariyên nû daniye pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê û deshilata AKPê. Ger di vê pêvajoya ku li herêmê agirê şerê cîhanê yê sêyemîn geş dibe di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de dewleta tirk gavên pêwîst neavêje û pêvajoyê dereng bixwe wê mezin wenda bike. Lewma ger dewleta tirk dixwaze ji vê rewşa kaosê bi silametî derkeve pêşî divê aştiya navxwe pêş bixe û guh bide van nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan.