Peyama dawî ya birayên Waisi: Têkoşîn erka me hemûyan e

Birayên bi navê Meysam û Mucteba Waisi, ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve li malê hatin kuştin. Birayan di nameya xwe de gotin “Têkoşîn ji bo nasnameya me, erka me hemûyan e.”

1 deqe xwendin
Peyama dawî ya birayên Waisi: Têkoşîn erka me hemûyan e

Meysam û Mucteba Waisi ku ji ber xebatên xwe yên çandî û civakî bûn hedef, di 28ê Gulanê de li mala ku lê diman, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin gulebarankirin û hatin kuştin. Di dema ku cenazeyên her du birayan bi tevlibûna hezaran kesan hatin definkirin, aqûbeta Farshad Hatamipour ku di dema êrişê de li malê bû, nayê zanîn.

Birayên Waisi ku Kurdên Yarsan bûn, rûbirûyê polîtîkayên înkar û îmhayê yên pergalê bûn. Malbata Waisi ku li Taxa Mehdiye (Dare Daraz an jî Dîrij) a Kirmanşanê dijiyan, mîna hezaran Kurdên Yarsanî di bin zexta rejîmê de bûn. Birayên Waisi yên ku li dijî xizanî û vederbûnê têdikoşiyan, her tim bawer dikirin ku rêyeke din Pêkan e. Di dirêjahiya jiyana xwe de jî ji bo avakirina tiştên nû hewl dan.

 Wan di gelek çalakiyên daxwaza demokrasiyê de cih girt û her tim di refên pêş ên têkoşînê de bûn. Ne tenê Meysam û Mucteba, hemû endamên malbatê ji bo vê yekê têkoşiyan. Birayê wan ê din Seccad jî cihê xwe di têkoşînê de girt. Endamên din ên malbatê jî di çalakiyên li dijî rejîmê de hatin binçavkirin û girtin. Ji bo Seccad Waisi ku niha di girtîgehê de ye û pismamê wî Şayan Waisi, bi îdîaya "moharebe" (dijberiya Xwedê) îdîaname hat amadekirin. Birayên Waisi têkoşîna xwe ne tenê bi çalakiyên siyasî, di heman demê de bi çalakiyên çandî jî têkoşiyan. Ji pîrozkirina Newrozê bigire heta fêrkirina zimanê Kurdî ya ji bo zarokan, ji perwerdehiya dengbêjiyê heta fêrbûna amûrên muzîkê yên cihêreng, di gelek xebatên çandî de pêşengî kirin. Mucteba Waisi di heman demê de pehlewanê herêmî yê naskirî û birûmet bû, di warê muzîk û wênesaziyê de jî xebat dikir.

 Ji bo kesên ku Kirmanşanê nas nakin, dibe ku avakirina pirtûkxaneyeke Kurdî li Dîrijê di bin pêşengiya birayên Waisi de xwedî wateyeke taybet nebe, lê ji bo kesên ku herêmê nas dikin, ev yek gava yekem a veguhertineke pir girîng bû. Herêma ku birayên Waisi lê dijiyan, ji ber polîtîkayên rejîmê, wekî herêmeke ku bi sûcan tê naskirin hatibû nîşandan. Di vê taxê de ku polîtîkayên şerê taybet lê dihatin birêvebirin, welatî li dijî xizaniyê têdikoşiyan. Ev herêm wekî qadeke ku bi tiryak, fihûş, dizî, alkol û qaçaxçîtiyê tê naskirin, dihat binavkirin. Sedema bingehîn a vê rewşê jî xizanî û bêkariya li vê êyaletê ye û bêparhiştina gelê Yarsan ji gelek mafên civakî ye, mafê xebata di saziyên dewletê û sektora taybet de. Heta ku daxwazeke siyasî nebe an jî komkujiyeke komî pêk neyê, dewlet mudaxeleyî vê qadê nake.

 Pirtûkxaneya ku birayên Waisi vekirin, bû destpêka veguhertinê û ji ber vê ji aliyê rejîmê ve hate şopandin. Li Dîrijê, roja ku gelê Yarsan dûrî her cûre lîstikên mezhebî qêriya û got: “Îlam tenê nîne, Qelxanî piştgirê wê ye”, dewletê xwe di xetereyê de his kir û dest bi hedefgirtina wan kesên ku nasnameya Kurdî derdixistin pêş kir. Bêguman di vê pêvajoya hişyarbûnê de rola birayên Waisi û kesên mîna wan pir mezin bû.

 ‘Têkoşîn erka me ye’

 Piştî înfazkirina Mucteba, hevalekî wî peyama ku Mucteba di demê dawî de jê re şandibû, parve kir. Di peyamê de ev tişt hatibû gotin: "Di vê pergala ku bi salan e hewl tê dayîn her tiştê me di nava Fars û Îraniyan de bê helandin, têkoşîna ji bo netewe û nasnameya me erka me hemûyan e. Divê her mirovekî azad di vê rêyê de ked bide."

 

Amadekariya Newrozê kirin 

 

Her du bira beşdarî amedekariyên gelek Newrozên ku li bajêr hatin pîrozkirin bûn. Mucteba Waisi, di sala 2024’an de demeke kurt beriya pîrozkirina Newrozê li Kirmanşanê hat binçavkirin. Hinceta binçavkirin û girtina Mucteba Waisi, amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bû. Malbata wî ji bo berdana Waisi 700 milyon tumen kefalet da. Mucteba Waisi dema ku girtî bû, nekarî ne bi malbata xwe û ne jî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike.

Gef li wan hate xwarin  

Li Kirmanşan wekî gelek bajarên din çalakiyên meha Çileyê herî zêde lê xurt bûn. Birayên Waisi jî cihê xwe di çalakiyan de girtin û ji bo guhertina rejîmê têkoşiyan. Rejîmê bi ramana ku dikare bi girtina aktîvîstên girîng çalakiyan bitepirsîne, di wê demê de bi sedan kes girtin. Birayên Waisi di dema çalakiyan de gelek caran rûbirûyê tundiya rejîmê bûn. Di qeyda deng a ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hat weşandin de, kesekî ku xwe wekî xebatkarê "Îstîxbaratê" dide naskirin, bi aşkereyî gefan li Mucteba Waisi dixwe. 

Birayên Waisi yên ku difikirîn gef û tundiyên rejîmê dê bi dawî nebin, biryar dan ku heta şer bi dawî bibe, li mala hevalekî xwe bimînin. Birayên Waisi yên ku nêzî 4 mehan li gundekî jiyan, di 28’ê Gulanê de ji ber gulebarankirina malê, jiyana xwe ji dest dan. Aqûbeta kesên din ên ku di malê de bûn, nayê zanîn.

 Çavkanî: Ajansa Mezopotamya (MA) / Bêrîvan Kutlu