Pervîn Bûldan: Divê gavên pratik bên avêtin
Endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan ku di Newroza Êlihê de axivî destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û bang li dewletêkir: “Êdî dema mijûlbûnê nîn e divê gavên pratîk bên avêtin. Ji sibê û şûnde divê bingeheke qanûnî bê danîn. Ev erdnîgarî ji bo aştiyê amade ye.”

Newroza Êlihê ku bi deh hezaran kes tev li bûne bi awayekî bi coş berdewam dike. Li ser dikê pankartên weke ‘Me hebûna xwe bi dest xist emê ji bo azadiyê têbikoşin’ û niha ‘Niha dema jinê ye’ hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de ku ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin ewilî li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş axivî.
Pişt re Dayîkên Aştiyê derketin ser dikê û girse silav kir û Newroza girseyê pîroz kirin.


