Pargîn Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ weşand

Pargîn klîba strana ‘Firtona Ji Agirin’ ku derhêneriya wê Îbrahîm Feqe kiriye weşand. Klîba stranê balê dikişîne ser xwe û stran bi şêweyê rockê hatiye amadekirin. Stran qala lehengî û berxwedana şervanên kurd dike û taybetmendiyên aliyên Kurdistanê vedibêje.

1 deqe xwendin
Pargîn Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ weşand

Navenda Pargîn bi derhêneriya Îbrahim Feqe klîbek nû weşand. Navê stranê-klîbê ‘Firtona Ji Agirin’ û bi gotinên stranê balê dikişîne ser lehengiya berxwedêr û şervanên Kurdistanê û taybetmendiyên parçeyên Kurdistanê. Stran bi terzek rockê hatiye amadekirin û belavkirin.

Gotinên stranê Îbrahîm Feqe û Binefş Feqe nivîsandine û senaryoya klîbê jî wan çêkiriye.

Muzîka stranê ji aliyê Elî Feqe ve hatiye amadekirin bi qasî 20 kesî di klîbê de dilîzin.

Pargîn jî xwe wisa pênase dike; Lêkolîn û parastina kevneşopiya rojavayê Kurdistanê ye. Navenda Pargîn li herêma Koçeran e.

Gotinên stranê bi vî rengî ye:

“Hat hat roj hat reş ferikî

Erşê serdesta herifî

Çerx û felek ve zivirî

Çarçira dîsa sincirî

Kapê sêdara wê dirizî

Şadin îro şona girî

Cewhera kelha dimdimin

Bane û Mako Seqezin

Em lepzêrînê mezinin

Em Ormîye û Sine in

Qazîyo namê ferzetin

Bahoza lezin bagerin

Rojavane felaketin

Mehşere û qîyametin

Yek revêzin xwîna yekin

Ji wera desteg û piştin

Rojê şera rima xiştin

Ji wera desteg û piştin

Em Şingala girê hişkin

Ribatin li bêden û piştin

Îzîdxanin sira kewnin

Fîtê mêra zirav pirçin

Rojên teng beranê qertin

Holhola Tawsî Melekin

Bila kelax bibin kerxe

Hol hola Tawsî Meleke

Em Hewlêra serî berzin

Em Kerkûk û Şêlediz in

Silemaniya zirav hêsin

Şarezoro û Rewandiz in

Agirê Baba Gurgurin

Pelesotin em Xakûrk in

Em Bakur in sert û xortin

Çangawerin em bêcirin

Kîna Zindana Amed in

Zimêna Zapa mezinin

Cenga Egîdê ewilin

Em hewaro em heylawin

Xwîn di rada ditewirin

Risas li ser sînga dihelin

Em firtona ji agirin

Hokê mêra bê himberin

Em firtona ji agirin

Hokê mêra bê himberin

Em firtona ji agirin

Hokê mêra bê himberin”