Parêzgarê Hesekê û Wezareta Perwerdeyê pêkanîna ezmûnan nîqaş kir

Parêzgarê Hesekê û şandeyeke Wezareta Perwerdeyê amadekariyên pêkanîna ezmûnên amadayî û navîn nîqaş kirin.

1 deqe xwendin
Parêzgarê Hesekê û Wezareta Perwerdeyê pêkanîna ezmûnan nîqaş kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, îro pêşwaziya şandeyeke Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî kir. Şandeya wezaretê ji çend çavdêrên beşên rêveberiya perwerdeyê, berpirsên ezmûnan û berpirsên din ên têkiliyên giştî yên wezaretê, pêk dihat.

Di civînê de, Nûredîn Ehmed bal kişand ser girîngiya aktîfkirina hemû navendên perwerdeyê û şaxên Rêveberiya Perwerdeyê, ji bo birêxistinkirina ewle ya ezmûnan û peydakirina piştgiriya lojîstîk ji bo xwendekar û mamosteyan. Di civînê de her wiha plana çavdêrîkirin û şopandina ezmûnan hat nîqaşkirin.