Ozel pirsa têkildarî ‘statuyê’ bersivand: Ji Erdogan bipirsin

Serokê Giştî yê CHPê Ogur Ozel, pirsa têkildarî daxuyaniya Devlet Bahçelî ya der heqê statuyta Abdullah Ocalan berisvan û got: “Dora guhdarîkirina nirxandinên daxuyaniya rêzdar Devlet bey, an dora vê pirsê ya Erdogan e. ”

1 deqe xwendin
Ozel pirsa têkildarî ‘statuyê’ bersivand: Ji Erdogan bipirsin

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, li Enqereyê beşdarî merasîma bibîranînê ya Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan bû û piştre pirsên rojnamegeran bersivand. 

Ozel têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev tişt got: “CHP ji bo li aliyê rast ê dîrokê cih bigire, ji bo hêsirên dayikan nerije û biraya tirk û kurdan a ku Denîz Gezmîş û hevalên wî diparast bidome, ji bo pêkvejiyanê, xwedî helwest e. Dora guhdarîkirina nirxandinên daxuyaniya rêzdar Devlet bey, an dora vê pirsê ya Erdogan e. Yên ku vê pirsê dê bibersivînin serkirdeyên din in.”