NY: Pêdiviya 13 milyon sûriyeyiyan bi xwarinê heye
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku pêdiviya zêdetirî 13 milyon sûriyeyiyan bi xwarinê û ava paqij heye û da zanîn ku 20 hezar kes jî ji ber lehiyê mexdûr bûne.

Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) îro ragihand ku zêdetirî 13 milyon sûriyeyî hewceyî xwarinê ne, nêzîkî 12 milyon kes jî hewceyî ava paqij in, herwiha derdora 13 milyon kesên li hundirê welat hewceyî piştgiriya tenduristiyê ne.
Li gorî NYyê, lehiyên ku vê dawiyê li 5 parêzgehên Sûriyeyê rabûn, bandor li zêdetirî 20 hezar kesan, di nav de koçberan kir û bûn sedema wêrankirina zêdetirî 3 hezar û 500 stargehan.


