Nobeta li dijî JESê li Gimgimê didome
Nobeta li dijî JESê ku li Gimgimê hatiye destpêkirin bi biryardarî didome.

Çalakiya nobeda konê ya li Gundê Xwarik ê Gimgima Mûşê ya li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) hatiye destpêkirin 27 rojin didome. Tevî qeymaqam bi rêya muxtaran gefan li gel dixwe jî biryardariya têkoşîna Gimgimiyan berdewam dike û sondaja şîrketê ya ku dihat payîn di gulanê de lêxe hê jî nehatiye avêtin.
Çalakiya nobedê ya 24 saetan dorveger didome, her roj gundek nobetê digire. Çalakvan diyar dikin ku ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Welatî Ercan Dogan û Abbas Sonmez ên ku ji roja destpêkê ve ye daxilî vê têkoşînê dibin û tevahiya 27 rojan her roj hatine qada nobedê nirxandin kirin.
Welatiyê bi navê Ercan Dogan diyar kir ku ev 26 roj in berxwedan berdewam dike û got: “Îro, roja 26an e. Xwedîlêderketina gel bi rastî jî gelekî watedar e. Ev fedekariyeke mezin e. Ji ber ku ev xakên dêrîn ji bav û kalên me ji me re mane.’’
Ercan Dogan piştre anî ziman ku ew ê xakên xwe ‘’pêşkêş nekin’’, heya dawiyê li ber xwe bidin û got: ‘’Em ê heya dawiyê li berxwe bidin. Lê belê em neçar in ku vê berxwedanê li gel derdorên civakê yên berfireh bi rê ve bibin. Piştevaniyeke mezin heye. Ger ev berxwedan bi vî rengî berdewam bike, em ê bi ser bikevin û şîrketê ji vir bişînin. Em ê teqez rê nedinê. Em xwediyên li vir in û ev xak yên me ne.’’
Welatiyê din Abbas Sonmez jî li qada berxwedanê diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha axivî: ‘’Di nobeda konê de têkoşîna me berdewam dike. Çi dibe bila bibe em ê dev ji vir bernedin. Ya berbehs xweza û qadên jiyana me ne. Ev der qadên me yên jiyanê ne, pêşeroja zarok û neviyên me ne. Ya ji destê me tê, em ê bikin. Em ê tu caran dev ji xwezaya xwe û qadên xwe yên jiyanê bernedin. Pêvajoya hiqûqî hatiye destpêkirin. A niha di qonaxa dadgehê de ye. Dema ku dîroka dadgehê diyar bû pêvajo wê pêş bikeve. Jiyana komunal a li vir pir xurt e. Ked û têkariya hemû kesan heye.’’


