Nenaskirina Mafê Hêviyê îşkence ye

Hevserokê TOHAVê Xemgîn Yusuf Gurcu diyar kir ku DMME û KE di nav nakokiyan de ne û li hemberî Mafê Hêviyê wekî saziyên siyasî tev digerin û got: “Nenaskirina Mafê Hêviyê îşkence ye.”

1 deqe xwendin
Nenaskirina Mafê Hêviyê îşkence ye

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di sala 2014an de, der barê Tirkiyeyê de biryar da ku Mafê Hêviyê pêk bîne. Dîsa Konseya Ewropayê, di 2024an de, salek û di sala 2025an de jî 9 meh dem dan Tirkiyeyê. Di hezîrana 2026an de dema Tirkiyeyê diqede. 12 sal in heta niha Tirkiyeyê ji bo Mafê Hêviyê ti gav neavêtiye. Hevserokê TOHAVê Xemgîn Yusuf Gurcu, li ser Mafê Hêviyê û helwesta Konseya Ewropayê ya li hemberî Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin. 

Tenê Tirkiye gavan navêje 

Xemgîn Yusuf Gurcu ewil mafê hêviyê pênase kir û wiha got: “Em wekî Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) li ser mafê hêviyê kar dikin. Mafê Hêviyê nû neketiye rojevê. Nêzî 30 sal in li cîhanê ev mijar di rojevê de ye. Li Ewropa û Amerîkayê Mafê Hêviyê ketiye rojevê. Mafê Hêviyê tenê bi qanûnan nehatiye naskirin. Di pratîkê de di biryarên dadgehan de hatiye naskirin. Destpêkê DMMEyê hin biryar dan. Di van biryaran de diyar kir ku kesên girtî, divê ji bo siberojê derkevin bi hêvî bin. Dadgehê destnîşan kir ku kesên girtî bin, divê heta dawiya emrê xwe neyên ragirtin û  cezayê îdamê qedexe kir. Dadgehê diyar kir ku keseke/î bê girtin û neyê berdan, wekî darvekirin û kuştinê ye. DMMEyê ev yek wekî îşkence û binpêkirina DMMEyê pênase kir. Ev maf ji bo kesên der barê wan de biryara ‘girtina heta mirinê’ hatiye dayîn, tê naskirin. Li Ewropa û cîhanê ji bo vî mafî qanûnên nû hatin sazkirin û Mafê Hêviyê hat nasîn. DMMEyê ev biryar tenê ji bo Tirkiyeyê nedaye. Lê tenê Tirkiyeyê ji bo vê biryarê gav neavêtiye.”  

Xemgîn Yusuf Gurcu li ser helwesta Konseya Ewropayê ya li dijî vê sekna Tirkiyeyê jî nirxandin kir û got: “Tirkiye jî di nav vê peymanê de ye. Hewce ye ku Tirkiye vê biryarê pêk bîne. Tirkiye di gelek mijaran de ji sedî 80 biryarên DMMEyê bi cih tîne. Lê vê biryarê pêk nayne. Ne tenê birêz Ocalan, der barê çend girtiyên din de jî biryara Mafê Hêviyê heye. Divê Konseya Ewropayê vê biryarê bişopîne. Hewce ye ku zorê li Tirkiyeyê bike ku gavan biavêje û Mafê Hêviyê nas bike.” 

DMME di nakokiyê de ye

Xemgîn Yusuf bi gotina “nêzîkatiya DMMEyê her çend hiqûqî be, ew qas jî siyasî ye” bal kişand ser nêzîkatiya wê ya li Tirkiyeyê û got: “Naxwaze nakokiyan têxe navbera xwe û Tirkiyeyê. Lê DMME û Konseya Ewropayê bixwe û biryarên xwe re dikeve nav nakokiyan. DMME wekî saziyeke siyasî tevdigere û li gorî wê nêzîk dibe. Tirkiye di aliyê aborî û weki din de biryaran pêk tîne, lê di aliyê hiqûqî de gavan navêje.  Ev biryar ne tenê ji bo girtiyên kurd, ji bo hemû girtiyan e. Ev maf ne tenê ji bo kurdan ji bo her kesî ye.” 

Tirkiye agahiyan parve nake 

Xemgîn Yusuf Gurcu li ser hejmara girtiyên ku ji Mafê Hêviyê sûdê werbigirin jî rawestiya û wiha pêde çû. “Me xwest li ser vê yekê lêkolîn bikin ku îstatîstîk li ber destê me hebin. Lê mixabin wezareta dadê îstatîstîkan parve nake. Em çawa dizanin ku nêzî 4 hezar girtî divê ji vî mafî sûdê werbigirin? Dema Konseya Ewropayê ji bo Mafê Hêviyê kom bû, Tirkiye raporek ji konseyê re şand. Me di rapor û gotinên Tirkiyeyê de dît ku divê 4 hezar girtî ji Mafê Hêviyê sûdê werbigirin. Piraniya wan piştî pêvajoya ‘hewldana darbeyê’ ya 2016an hatine girtin.” 

Astengiyên hiqûqî tune ne 

Xemgîn Yusuf Gurcu bal kişand ser astengiyên hiqûqî û ev nirxandin kir: “Ti astengiyên hiqûqî tune ne. Ev mijar ne tenê meseleyek e ku tenê bikin qanûn û derbas bikin. Ev mesele hemû pergala înfazê diguherîne. Eger îro li Tirkiyeyê Mafê Hêviyê bê nasîn, dê li hemû girtîgehan pergala înfazê biguhere. Ji ber vê yekê divê destûreke baş bê sazkirin. Ji ber astengiyên siyasî biryar nayê dayîn. Ev biryar ne biryara vê pêvajoyê ye. 10 sal in ev biryar heye. Divê dewlet jî bi cih bîne.” 

Li cîhanê bêhiqûqî zêde bûye 

Xemgîn Yusuf Gurcu ev mesele li tevahiya cîhanê wekî “pirsgirêk” nirxand û got: “Li tevahiya cîhanê bêhiqûqiyeke pir zêde heye. KE ji ber şerê cîhanê, ji ber koçberên li Sûriye, Afganistan, Pakistan û Îranê, ji ber hemû geşedanên şer, têkiliya xwe û Tirkiyeyê xurt dike. Ev bandorê li ser biryarê dike. Bawer dikim ku li ser mijara Mafê Hêviyê mutabaqtek di navbera KE û Tirkiyeyê de heye û ji ber vê yekê taloq dike.” 

Xemgîn Yusuf Gurcu li ser hewldanên hiqûqnasan jî rawestiya û got: “TOHAV ji sala 1994an heta niha herî zêde li ser îşkenceyê hûr dibe. Ev mijara nedayîna Mafê Hêviyê jî di nav mijara sereke ya îşkenceyê de cih digire. Ji bo mafê hêviyê di nav civak û saziyên sivîl de me gelek caran pêşengiya wê kir. Salek berê me 46 saziyan daxuyanî da. Ji bo Mafê Hêviyê di dîroka Tirkiyeyê de cara yekemîn di navbera saziyan de mutabaqateke wisa mezin hat çêkirin. Divê gelê kurd û Tirkiyeyê tev bizanibin ku ev meseleya Mafê Hêviyê meseleya îşkenceyê ye. Pêvajo hebe jî tune be jî divê Mafê Hêviyê bê nasîn. Me wê demê bi 3 zimanan raporek amade kir. Di raporê de aliyê hiqûqî, tibbî, derûnî û civakî çi ye û ne çi ye baş hatiye vegotin. Mînakên cîhanê jî hatine vegotin.’’ 

Mafê Hêviyê meseleya medeniyetê ye

Xemgîn Yusuf Gurcu, li ser hewldanên Veqfa TOHAVê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Em wekî TOHAVê çûn meclisê. Me xwest bi partiyan re hevdîtinê bikin. Li Tirkiyeyê di hemû mijaran de çandeke hiqûqê tune ye. Hiqûq li gorî rewşa siyasî tê guhertin. Kesên berpirsyar tenê wekî meseleya pêvajoyê li Mafê Hêviyê dinihêrin. Meseleya îşkenceyê ji bo xwe wek mesele nabînin. Ne di hişê kesî de ye. Meseleya Mafê Hêviyê ne tenê meseleya Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê jî ne tenê meseleya kurdan e. Divê bê nasîn. Naskirina Mafê Hêviyê mesele û nîşaneya medeniyetê ye.’’

Herî dawî Xemgîn bi lêv kir ku Mafê Hêviyê baş nayê zanîn û got: “Carna ji aliyê parazvanê mafên mirovan û aktîvîsan ve jî baş nayê nasîn. Bila rapora me bixwînin û pêştir bixin. Bila bi me re hevkariyê bikin. Naskirina Mafê Hêviyê qedexeya îşkenceyê ye. Di peymana gerdûnî de îşkence hatiye qedexekirin. Di şer de jî divê îşkence li mirovan neyê kirin. Nenaskirina Mafê Hêviyê îşkence ye, divê em vê yekê bidin naskirin û fêmkirin. “