Naînî: Em dikarin heta 6 mehan di asta heyî de şer bidomînin
Îranê, ragihand ku kapasîteya wan heye li dijî êrişên Îsraîl û DYAyê heta 6 mehan di asta heyî de şer bidomînin.

Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê ji 28ê sibatê heta niha berdewam in. Berdevkê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Alî Muhammed Naînî, têkildarî êrişan daxuyanî da.
Naînî, têkildarî êrişên bersivdayînê yên Îranê ji Ajansa Nûçeyan a Farsê re axivî. Naînî, diyar kir ku welatê wan dikare asta operasyonan a heyî herî kêm heta 6 mehan bidomîne.
Naînî, got ku di êrişên li dijî baregehên DYA û hedefên Îsraîlê de wan li zêdetirî 200 noqteyan xistine û ji sedî 60ê hêza artêşê li dijî DYAyê û ji sedî 40 jî li dijî Îsraîlê bi kar anîne.
‘Stratejiya nû ya êrîşan’
Naînî, anî ziman ku di operasyonên heta niha nifşên yekemîn û duyemîn ên moşekan bi kar anîne û di qonaxên pêş de dê moşekên hêj pêşketîtir bi kar bînin û ev jî dê bibe stratejiya wan a nû.
Naînî, diyar kir ku plangerên şer di sê mijaran de hesabên xelet kirine û got ku planger li bendê bûn ku Îran piştî sûîqestan di nava 48 saetan de hilweşe, ya duyemîn şer tenê 3 rojan bidome û ya sêyemîn jî li herêmê koalîsyonek ava bibe. Naînî, got ku ev hesab tevek jî bi ser neketine.


