MYKa DEM Partiyê ji bo rojevê binirxîne civiya
MYKa DEM Partiyê ji bo mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîrozbahiyên Newrozê û qonaxa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk binirxîne civiya.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî pîrozbahiyên Newrozê ji bo geşedanên rojevê binirxîne civiya. Civîna ku bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li navenda partiyê bê lidarxistin, dê pîrozbahiyên Newrozê bên nirxandin.
Herwiha dê di civînê de qonaxa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bê nirxandin. Di vê çarçoveyê de mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bên gotûbêjkirin. Qanûnên entegrasyonê jî di rojeva MYKê de ye.
Di civînê de geşedanên herêmî jî dê bên nirxandin. Êrişên DYA-Îsraîl ên li dijî Îranê û êrişên Îranê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û encamên gengaz dê bi awayekî berfireh bên nirxandin.


