Mûstafa Karasû: Divê di 1ê Gulanê de herkes bi rola xwe rabe

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû ji bo xwedîderketina li mîrateya dîrokî ya 1ê Gulanê bang kir û anî ziman ku roj divê bi perspektîfa sosyalîzma demokratîk bê nirxandin.

1 deqe xwendin
Mûstafa Karasû: Divê di 1ê Gulanê de herkes bi rola xwe rabe

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû bi wesîleya 1ê Gulanê ji ANFê re axivî û destpêkê 1ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê li kedkaran, jinan, ciwanan û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Mûstafa Karasû di destpêka axaftina xwe de ji bo 1ê Gulanê wiha got: "1ê Gulanê yekane roja hevpar e ku ziman, ol, bawerî, nasname, zayend çi dibe bila bibe li tevahiya cîhanê bi hev re tê pîrozkirin. 1ê Gulana 1886an polîsan êriş birin ser mîtînga karkeran. Ji ber bûyerên di vir de qewimîn 4 lîderên karkeran hatin darvekirin. Di Enternasyonal a 2yemîn de 1ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê hate qebûlkirin. Ji wê rojê ve weke roja piştevanî û têkoşînê ya kedkaran tê pîrozkirin. Di van pîrozbahiyan de heta niha bi hezaran karker hatin kuştin. 1ê Gulanê rojeke bi vî rengî ya dîrokî ye. Kedkar li her devera cîhanê bi kelecan li benda 1ê Gulanê dimînin, wê rojê li qadan hêrsa xwe ya li hemberî kapîtalîzmê nîşan didin û baweriya xwe ya bi sosyalîzmê radixin pêş çavan. 1ê Gulanê weke roja piştevanî û têkoşînê ya kedkaran destpê kiribe jî piştre veguherî rojeke welê ku bi esasî ji aliyê sosyalistan ve tê pîrozkirin û baweriya bi sosyalîzmê lê tê berzkirin.

Piştî ku 1ê Gulanê li tevahiya cîhanê ji aliyê kedkaran ve hat pejirandin û pîrozkirin, bû rojek ku sosyalîzm lê tê berzkirin, welatên kapîtalîst jî ji bo xerakirin û guhertina naveroka 1ê Gulanê destûr dan pîrozbahiyên 1ê Gulanê. Ji bo kedkarên dûrî armanca polîtîk û naveroka wê ya îdeolojîk kir ku weke rojeke cejnê bê pîrozkirin. Lê belê 1ê Gulanê xwedî dîrok û kevneşopiyeke welê xurt e ku hêzên kapîtalîst xwestibin vê rojê cuda bikin jî nekarîn bikin; li pêşiya belavbûna wê nekarîn bibin asteng. 1ê Gulanê bû ew roj ku kedkar bi hêza xwe hesiyan û bi bawerî li paşerojê nihêrîn. Di 1ê Gulanê de li cîhanê rojên hîn bedew hatin dîtin. Hêvî da tevahiya mirovahiyê. Wê rojê ne tenê mirov her wiha kolan, qad û her tişt keniyan, bû rojeke welê. Di her 1ê Gulanê de baweriya bi paşeroja mirovahiyê ya sosyalîzmê xurtir bû."

‘Apoyî-PKK bi nasnameya sosyalîst bi çalak tevlî 1ê Gulanê bûn’

Mûstafa Karasû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Li Kurdistanê tevgerek û partiyek ava bû ku bawer kir ku azadî, demokrasî û serxwebûn tenê bi îdeolojiya sosyalîst û bernameya wê dikare pêk were. Jixwe, xwe weke partiya karker bi nav kir; di pêşengiya tifaqa karker û gundiyan de ji xwe re kir armanc ku şoreşa demokratîk û sosyalîzmê pêk bîne. Ji vî alî ve hîn di destpêkê de weke Newrozê xwedî li 1ê Gulanê derket. Beriya her 1ê Gulanê bi mejiyekî sosyalîst belavokên 1ê Gulanê amade kir û li her derê belav kir. Li her qada lê bû bi awayekî çalak beşdarî 1ê Gulanê bû. Ji vî alî ve di pêşvebirina hişmendya 1ê Gulanê de Apoyiyan roleke girîng lîstin. Apoyî-PKK bi nasnameya sosyalîst bi çalak tevlî 1ê Gulanê bûn, ev yek bû sedem ku komên çep ên li Tirkiyeyê daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelê kurd di qadên 1ê Gulanê de bêhtir bînin ziman û xwedî lê derkevin. Tevlibûna me ya çalak a li 1ê Gulanê kir ku ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li tevahiya cîhanê bala komên çep biçe ser têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Di asta tê xwestin de nebe jî xwedîderketina me weke tevgera azadiyê li 1ê Gulanê doh jî îro jî bandoreke xwe ya bi vî rengî çêbû.”

‘Tevlibûna 1ê Gulanê wê têkoşîna demokrasiya gelê kurd xurtir bike’

Karasû bal kişand ser tevlibûna kurdan a 1ê Gulanê û wiha got: “Kurd li Tirkiyeyê û li her devera lê ne bi xurtî tev li 1ê Gulanê dibin û dikin ku 1ê Gulanê hîn bi girseyî bê pîrozkirin. Bêguman nikare bê gotin ku di asta Newrozan de berprisyariyek hatiye afirandin. Lê belê li Tirkiye û cîhanê bi tevlibûna li mîtîngên 1ê Gulanê re hêz tev li roja têkoşîn û piştevaniyê kirin. Bi vî rengî kurd bi vê rêyê xwe digihînin hevalbendên xwe yên startejîk. Qadên 1ê Gulanê di heman demê de ji bo xwe gihandina li hêzên azadî û demokrasiyê, pîrozkirina bi hev re ya 1ê Gulanê, ji bo têkoşîna me gelekî girîng e. Tevlibûna bi xurtî ya li qadên 1ê Gulanê ji her kesî bêhtir hêzê dide têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê kurd. Ji vî alî ve herikîna gelê kurd a li qadên 1ê Gulanê wê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê kurd xurtir bike. Her wiha bi vê têkoşîna hevpar û helwestê bike ku bigihêjin armanca xwe ya demokrasî û azadiyê."

Giringiya tevlibûna çalakiyên 1ê Gulanê

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hilweşîna reel sosyalîzmê revek ji sosyalîzmê, lawazî û biçûkbûnek di nava hêzên sosyalîst de rû da. Ji ber ku nêzîkatiyeke xwerexnekirinê ya li marksîzma klasîk û sosyalîzma reel nehate kirin, her wiha nûbûnek li ser kêmasî û pratîkên berê pêk nehat, vê yekê bandoreke gelekî neyînî li kom û tevgerên sosyalîst kir. Rêber Apo di dawiya salên 1980î de li pêşberî vê rewşê bi gotina ‘Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye’ bersiv da. Dûrketina ji sosyalîzmê li aliyekî, hîn bêhtir sosyalîzm hembêz kir û di sosyalîzmê de xwe kûrtir kir. Rêber Apo daxwaza kapîtalîzmê ya ku xwe weke forma hebûnê ya mirovahiyê li ser mirovahiyê ferz dike û bi vî rengî hewl dide mirovahiyê ji hev belav bike, bi berfirehî analîz kir. Zanîbû ku ev kapîtalîzm li Kurdistanê jî dixwaze civakîbûnê ji hev belav bike, ji aliyê dîrokî ve hêza bingehîn a berxwedêriyê ya gelê kurd têk bibe. Lewma li hemberî kapîtlaîzmê bi berpirsyariya pêşengiya parastina sosyalîzmê rabû. Ji bo Rêber Apo sosyalîzm ne tenê sîstemeke civakî ya tercîhkirî ye; Rêbertî di asta eşqê de baweriya xwe bi wê yekê tîne ku sosyalîzm şêweyê hebûna mirov e. Ji ber ku mirovahî tenê bi vî rengî dikare hebûna xwe dewam bike.

Rêber Apo û tevgera me 1ê Gulanê weke rojeke sosyalîzmê dibîne. Îro jî 1ê Gulanê weke wê rojê dibîne ku sosyalîzma civaka demokratîk lê bê bilêvkirin û xwedî lê bê derketin. Ji ber vê yekê xwedîderketina li 1ê Gulanê û tevlibûna li wê ji bo me xeteke têkoşînê û sekneke îdeolojîk e.”

Karasû di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa giringiya 1ê Gelanê kir: “Kêm e ku mirov 1ê Gulanê weke sedsala derbasbûnî tenê weke rojeke têkoşîn û piştevaniya kedkaran bibîne. Eger weke rojeke sosyalîzma demokratîk û roja têkoşîna xwegihandina wê neyê dîtin, ev yek wê bibe nêzîkatiyeke reformîst. Ji bilî armanc û çarçoveyeke sînorkirî ya başbûneke demokratîk û aborî wê neyê wateyeke din. Lewma gelekî girîng e ku weke roja sosyalîzma demokratîk a rizgariya mirovahiyê ji kapîtalîzmê bê pîrozkirin. 1ê Gulanê bi vê nêzîkatiyê dikare bibe xwedî karakterekî hîn azadîparêz û demokratîk. Wê bi vî rengî hewldanên kapîtalîzm û bûrjûvaziyê yên dixwaze 1ê Gulanê di nava sîstemê de bihelîne û bandora wan bê rawestandin.

Sosyalîzma demokratîk ne tenê helwestek li dijî talankirina kedê ya kapîtalîzmê ye. Li hemberî helwesta kapîtalîzmê ya ku xwezayê talan dike, li hemberî feraseta wê ya endustriyalîzmê û nêzîkatiya li jinê ya ku weke şahbanûya metayê dibîne, sekn û rojeke xurt a têkoşînê ye.

Eger 1ê Gulanê li hemberî feraseta sosyalîst a dewletperest helwestekê nîşan bide wê hîn bêhtir xwedî li nirxên 1ê Gulanê derkeve û bi bandor bibe. Pêwîstiya kedkaran û gelan ne bi desthilatdarî û dewletê, lê belê li civaka demokratîk a rêxistinbûyî heye ku gel dibe xwedî hêz. Rastiya rêveberî û îdareya demokratîk a xwe dispêre vê yekê ye.

Dema ku 1ê Gulanê bû roja sosyalîzma demokratîk wê ev yek bibe bersiva herî baş a li diyalektîk, dînamîzm û dîroka 1ê Gulanê. Sosyalîzma demokratîk wê bi vî rengî di nava dîroka 1ê Gulanê de bibe xwedî hêza hatiye afirandin. Gelekî girîng e ku roleke bi vî rengî bi danheviya dîrokî ya 1ê Gulanê bê meşandin."

‘Dewleta tirk dixwaze serweriyê bike’

Mûstafa Karasû der barê pêvajoyan Aştî û Civaka Demokratîk jî ev tişt anî ziman: “Polîtîka û stratejiya bingehîn a dewleta tirk ew e ku serweriyê li ser kurdan çêbike. 100 sal in bi meşandina vê polîtîkayê re xwest ku kurdan bi temamî asîmîle bike, Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya tirk. Bêguman negihîştin vê armanca xwe. Kurd zêdeyî 50 sal in bi têkoşîna xwe hebûna xwe bi xurtî nîşan dan. Gelo dewleta tirk dest ji armancên xwe yên beriya 100 salî berdaye; ev hîn zelal nîn e. Rêber Apo bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk re ku 27ê Sibata 2025an da destpêkirin, xwest dawî li vê armanca dewleta tirk bîne û di nava Tirkiyeya demokratîk de pirsgirêka kurd çareser bike. Rêber Apo vê yekê weke entegrasyona demokratîk pênase dike ku hebûn, îrade û mafên azadiyê yên bingehîn ên gelê kurd lê têne qebûlkirin.

Dewleta tirk ji bo hêzên demokrasiyê yên kurd û hêzên demokratîk ên tirk negihêjin hev heta niha şerekî taybet ê pir alî meşand. Fikirî ku eger hêzên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê bi hêzên demokratîk ên gelê kurd re nebin yek û bi hev re tevnegerin, dewlet wê karibe wan bi hêsanî bieciqîne û bê bandor bike. Ji bo li pêşiya gihîştina li hev a hêzên demokrasiyê yên herdu gelan heta niha gelek rê û rêbaz ceriband.

Dewleta tirk bi wê nêzîkatiyê tevgeriya ku eger kurd û hêzên demokrasiyê û gelên li Tirkiyeyê re negihêje hev wê karibe têkoşîna kurdan bi hêsanî bitepisîne. Ev yek di heman demê de ew polîtîka ye ku dema li dijî kurdan şer dike, hewl dide aliyê Rojava jî xurt bihêle. Dema ku kurd bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re gihîştin hev û zemîna têkoşîna hevpar ava kir, ev rewş wê têkoşîna kurdan xurtir bike, lewma polîtîkaya dewleta tirk têk bibe. Ji ber vê jî dewleta tirk şerekî taybet ê pir alî meşand ku nehêle hêzên demokrasî û azadiyê yên gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bigihêjin hev. Hîn jî dimeşîne. Di vê mijarê de hin encam jî bi dest xist. Ya rast eger li eniya Tirkiyeyê û li nava kurdan di mijara têkoşîna hevpar de hin nêzîkatiyên kêm hebin, di vir de divê bandora polîtîkaya dewleta tirk bê dîtin.

Bêguman li gel polîtîkayên dewletê her wiha ferasetên sosyal şoven ên li nava hêzên demokrasî û çep ên li Tirkiyeyê û meylên neteweperestiyê yên li qada syasî ya kurd bandoreke neyînî li têkoşîna hevpar a demokrasiyê ya herdu gelan dikin. Ji bo ev yek ji holê rakirin divê li dijî feraseta sosyal şoven a li nava hin hêzên çep û demokrat ên li Tirkiyeyê ji aliyê hêzên demokrasî, sosyalîst û çep ên li Tirkiyeyê têkoşîn bê meşandin, helwest bê nîşandan. Mînak di nav komên çep-sosyalîst de hin derdor hene ku berevajî xeta Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya xwe ji têkoşîna azadiyê ya kurdan vedigirin. Her wiha hinek hene ku xwe weke TKPê bi nav dikin û rewatiyê didin polîtîkaya dewleta tirk a li hemberî kurdan. Tiştekî em ji van derdoran re bibêjin nîn e.”

‘Divê herkes bi rola xwe rabe’

Karasû bal kişand ser nêzikatiya hin kesên netewperest û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava derdora siyasî ya kurd de jî zêde nebe jî derdoreke neteweperest heye ku dibêjin, çi hêza van hêzên çep û sosyalîst heye, em çima bi van her hevkariyê bikin? Di ser gotinên bi vî rengî re nêzîkatiyeke neyînî nîşanî hêzên demokratîk û çep ên li Tirkiyeyê nîşan didin. Ev yek jî bandoreke neyînî dike ku hêzên demokrasî û azadiyê yên gelê kurd û hêzên demokrasî û çep ên Tirkiyeyê negihêjin hev. Nebûna hêz û rêxistiniyeke têrker a hêzên çep weke hincet nîşan didin û vê yekê dikin, ku ev polîtîkayeke dijberiyê ya bi zanebûn e. Lawaziya hêzên çep û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê tenê ji bo van polîtîkayan weke argumanekê tê bikaranîn. Bi vî rengî xizmetê ji polîtîkaya dewleta tirk re dikin ku aliyê çep teng bike û kurdan ji Tirkiyeyê qut bike.

Divê Newroz û 1ê Gulanê weke platformên herî girîng ên ji bo bidawîkirina van ferasetên şaş û têkbirina polîtîkaya parçe bike, serwer bibe ya dewleta tirk, bê dîtin. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hem li Newrozan he jî li 1ê Gulanê divê li hemberî van polîtîkayên dewleta tirk helwestê nîşan bidin û di afirandina têkoşîna demokrasiyê ya rasteqîn a li Tirkiyeyê de hêzê tev li bikin. Bi rengekî şênber bi xwedîderketina li têkoşîna aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo re divê di 1ê Gulan a îsal de piştgiriya civakî ya bi pêvajoyê re bê xurtkirin û ji bo têkbirina polîtîkayên heyî yên desthilatdariyê bi rola xwe rabin.

Kurd jî divê li her derê bi ruhê Newrozê bi xurtî beşdarî 1ê Gulana 2026an bibin û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê xurt bikin. Ji aliyê xwedîderketina li sosyalîzma civaka demokratîk a Rêber Apo ve divê li qadên 1ê Gulanê bi rola xwe rabin.

Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê bi feraseta netweya demokratîk bingeheke teorîk û îdeolojîk a xurt pêşkêşî pêşvebirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan kiriye. Eger weke gelê kurd em û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê xwedî li vê derkevin, wê sîstema ne demokratîk a li Tirkiyeyê ji holê rabe û Tirkiyeya Demokratîk ava bibe ku gel hemû bi rengekî azad û demokratîk lê bijîn. Ev jî wê bibe pêşgava sosyalîzma civaka demokratîk û cihê xwe di dîrokê de bigire."