MEBYA-DERê Rehşan Demîrel li ser gora wê ew bi bîr anî

Nûner û rêveberên MEBYA-DERê Rehşan Demîrel ku di sala 1992yan de bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir, li ser gora wê ew bibîr anî.

1 deqe xwendin
MEBYA-DERê Rehşan Demîrel li ser gora wê ew bi bîr anî

MEBYA-DERê li Goristana Hecace ya navçeya Nisêbînê Rehşan Demîrel a li navçeya Kadifekaleyê di sala 1992yan de bi bedena xwe Newroz pîroz kir, bi bîr anî. Di çalakiya bibîranînê de endamên malbata Demîrel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din amade bûn. Girse bi dirûşmeya "Şehîd namirin" ber bi gorê ve meşiyan û gul danîn ser gora Rehşan Demîrel. Piştî deqeyek rêzgirtinê dayika Demîrel, Emîne Demrel axivî û kesên ku di Komkujiya Helebceyê û di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: "Îro berpirsiyariya li ser jinan gelek e û divê bi cih bînin. Rêbertî pêşeng e, felsefe ye. Em tenê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê naxwazin. Divê her du baskên wî azad bin. Baskek wî gerîla ye, ya din jî girtîgeh in."

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî diyar kir ku têkoşîna siyasî ya ku îro tê meşandin bi saya bedêlên giran ên di demên berê de hatine dayîn pêkan e û anî ziman ku ew ê têkoşîna demokrasî û aştiyê bidomînin.

Piştî gul danîn ser gora Rehşan, bîranîn bi dawî bû.