MEBYA-DER bi girseyî çû şîna Osman Kiliç

MEBYA-DERa Sêrtê bi girseyî çû şîna rojnameger Osman Kiliç (Gundî) û sersaxî ji malbatê xwest.

1 deqe xwendin
MEBYA-DER bi girseyî çû şîna Osman Kiliç

Endam û Rêveberên MEBYA-DERê li gel nûnerên partiyên siyasî bi meşeke girseyî çûn şînê ya li mala Sersaxiyê ya Sirri Sureya Onder a taxa Tekelê ya navçeya Misircê û sersaxî ji malbata rojnameger Osman Kiliç (Gundî) re xwestin. Di serdanê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî û hevşaredarên navçeyê, TUAY-DER, hevserokên DEM Partî û DBPê yên navend û navçeyê, Komeleya Meleyan a Êlihê û gelek endam û rêveberên saziyên civaka sivîl tev li şînê bûn. Girseya ku ber bi mala şînê ve dimeşiya bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî ku girse derbasî hundir bû, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd e jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê dîsa dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.

‘Heval û hogirên wî jî jê razîbûn’

Xwişka rojnameger Osman Kiliç, Sebelan Kiliç ewilî axivî, bi xêrhatina mêvanan kir û got: “Ji roja ku hevalê Gundî koça dawî kir vir ve hevalên wî yên çapemeniya azad li ser kesayetiya wî hest û bîranînê xwe parvekirin. Bi xwendina wan peyaman em hestiyar û di heman demê de jî serbilind bûn. Hevalê Gundî bi sekna xwe û bi girêdana xwe ya nirxên şoreşgerî û civakî her tim ji bo me mînakek bû. Jiyaneke dilnizm û sade esas girt. Ev jî bû aliyekî jiyana wî. Em weke xwişk û biyarên wî jê razî bûn. Em bi hêvî û bi bawerin heval û hogirên wî jî jê razîbûn. Di kêliyên dawiya jiyana xwe de jî girêdana xwe ya têkoşîna azadiyê dianî ziman. Ji ber hurmeta vê meha pîroz û pîrozbahiyên Newrozê wî nedixwest ku gelê Kurd bi şehadeta wî xemgîn bibin. Ji ber vê sedemê lêborîna xwe ji hevalên xwe dixwest. Lê di heman demê jî kêfxweş bû. Ku wê tev li karvanên şehîdan bibe. Em jî ji ber vê hestê wî oxir dikin û wî dispêrin axa pîroz dikin. Di serî de gelê me yên ku ji roja yekî heta îro em bi tenê nehiştin, em bi malbatî spasdar in. her wiha hevalên wî yên çapemeniya azad, hemû endam û nûnerên sazî û rêxistinên herêmî, xebatkarên malbatên şehîdan û şaredariya Misircê jî em gelek spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Xwedî derketina wan a van rojên dawî ji bo me gelek bi wate ye.”

‘Serê gelê Kurd û serê çapemeniya azad sax be’

Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Keda hevalê Gundî jî wekî ya rêhevalên xwe yên çûyîn heta niha kedeke mezin dane. Ji ber vê em gelek xemgîn in û êşa malbata xwe parve dikin. Hevalê Gundî bû êşa me hemûyan, tenê ne êşa malbatê ye. Sersaxiyê ji malbat û ji rêhevalên wî, çapemeniya azad û ji serokatî re û rêhevalên wî re dixwazin. Di heman demê de em hevalê Salih Muslim jî bi bîr tînin. Bavê Welat jî li Rojava pêşengekî gelê xwe bû. Bi vê yekê re 16ê adarê jî rojeke bi êş e. Em şehîdên komkujiya Helebceyê jî bi bîr tînin. Em dibêjin serê gelê Kurd û serê çapemeniya azad sax be.”

Herî dawî siyasetmedarê Kurd Nîzanettîn Toguç axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Di vî çend rojên dawî de gelek şehîdên me çêbûn. Her wiha hevalê Gundî, Salih Muslim û Ehmed Huseynî her sê jî kedkarên doza Kurdî bûn. Em sersaxî ji malbatên wan re dixwazin û em dibêjin serê gelê Kurd sax be.”