Malbata Rojwelat Kizmaz dê dîsa serlêdanê bike
Malbata Rojwelat Kizmaz ya ku hat kuştin, dê dîsa bi daxwaza ku ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin serî li dozgeriyê bidin.

Malbata Rojwelat Kizmaz ya ku di Sibata 2024an de li Êlihê hat kuştin, der barê mirina keça xwe de bi daxwaza ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin dê serî li dozgeriyê bidin.
Malbatê daxuyanî da û got: “Piştî pêşketina dosya Gulîstan Doku, di alî Rojwelatê de jî li pirsnîşanên der barê mirina wê de gumanên nû zêde bûne.”
Malbatê da zanîn ku wê bi hevkariya parêzerê xwe Gultekîn Aykun serî li Serdozgeriya Komrê ya Êlihê bidin. Hat diyarkirin ku piştî serlêdanê wê daxuyaniyekê li ber edliyeyê bidin.


