Ma Musicê bi şahiyekê 9emîn salvegera xwe piroz kir

Akademiya Ma Musicê di 9emîn salvegera xwe de li Çand Amedê bernameya pîrozbahiyê li dar xist. MA Musîcê salvegera xwe diyarî Rojava kir.

1 deqe xwendin
Ma Musicê bi şahiyekê 9emîn salvegera xwe piroz kir

Akademiya Ma Musicê 9emîn salvegera damezrandina xwe li Çand Amedê ya ya Amedê bi bernameyekê pîroz kir. Gelek kes tev li bernama pîrozbahiyê bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê kirine, li vir axaftinek kir û got: “Wek komeke mamoste biryar dabûn ku 400-500 ciwanên ku wê salê ji akademiya Aram Tîgran, konservatuara Aram Tîgran qeyd bûbûn û 240 şagirtê wan yê heyî, ji bo qadekî alternatîf ava bikin Ma Music ava kirin.” 

‘Çand dikare bibe pêşengê Pêvajoya Aştiyê’

Devrîm Demîr bal kişand li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Em li bakurê Kurdistanê di nava pêvajoyek nû de ne û di vê pêvajoyê de rolek gelek girîng dikeve ser milê qada çandê. Hevalan jî gotin, bi gotinên Rêbertî jî bal kişandin ser rol û mîsyona çandê ku ji bo civakekê çi qas girîng e. Di hemû pêvajoyên berxwedanê de çand her tim bûye, çand, huner û ziman, her tim bûye kirdeyê sereke yên berxwedanê. Ji ber wê em dibêjin ku di avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî çand, qada çandê, xebatkarê çandê dikarin bibin pêşengê vê pêvajoyê. Dikarin tiştekî resen, tiştekî nû ava bikin û civakekî bi hunera we, bi çanda we, bi nasname û zimanê we bikêşin azadiyê, bikêşin aştiyek birûmet û mayînde.”

Piştî axaftinê bername ya Ma Musicê bi piyanoyê destpê kir û Koma ciwanên Mayê derketin ser dikê û stranên xwe gotin.

Ma Musicê bi stranên xwe re beşdaran coşandin. Bername bi dayîna plaketa dawî bû. Ma Musicê îsal salvegera xwe diyarî Rojava kirin.