Li Wan û Şirnexê ji bo Komkujiya Helebçeyê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê li bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: " Ji bo ku ev êşa mezin a ku di dîroka cîhanê de şop hiştiye neyê jibîrkirin û ji bo ku careke din tu hêz hewildaneke wiha li dijî gelê kurd neke, têkoşîna me dê berdewam bike."

Bi wesîleya 38emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.
Şirnex
Ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), li Şirnexê li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajêr ji bo Helebçê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em komkujiya Helebçe şermezar dikin, ji bîr nakin’ hat vekirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Wan
Li Wanê DEKUP, li Qada Kentê daxuyanî da û pankarta "Komkujiya Halepçê ji bîr neke" hat vekirin û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha piştî daxuyaniyê girse berê xwe da pêşangeha wêneyan a ku li avahiya KESKê hatî vekirin.
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:
"Me Komkujiya Helebçeyê Ji Bîr Nekir, Em ê ji bîr nekin!
Berî 38 salan, di 16ê Adara 1988an de, komkujiya Helebceyê ya ku li Iraqê ji aliyê rejîma Baasê û dîktator Sedam Huseyîn ve hat pêkanîn, wek yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka mirovahiyê di bîranînan de hatiye neqşkirin. Di vê êrişa ku tê de çekên kîmyewî û biyolojîk hatin bikaranîn de, zêdetirî 5 hezar kurdan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes birîndar bûn û encamên giran ên mirovî yên ku dê bi nifşan bidomin derketin holê. Ev sûcê ku li Helebceyê hat kirin, ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû mirovahiyê hatibû kirin.
Lêgerîna gelan a ji bo edaletê
Rêveberiya Baasê ya wê demê li Iraqê, bi salan hewl da ku daxwazên gelê kurd ên ji bo wekhevî, azadî û mafên demokratîk bi şîdeta dewletê, zext û rêbazên leşkerî bitepisîne. Komkujiya Helebceyê jî bû yek ji mînakên herî hov ên vê polîtîkayê. Lê belê dîrokê bi eşkereyî nîşan daye ku; komkujî, qedexe û polîtîkayên zextê nekarîne têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelan ji holê rakin. Tevî êşa giran a li Helebceyê, gelê kurd dest ji têkoşîna xwe ya mafdar berneda û bi destkeftiyên ku bi dest xistin, ji bo geşedanên demokratîk ên li herêmê jî bû xwedî kedeke girîng. Dîrokê careke din nîşan da ku; rêbazên zext û şîdetê dikarin têkoşînên demokrasî û azadiyê bi rengekî demkî bitepisînin, lê nikarin ji holê rakin. Tevî ku çekên kîmyewî bên bikaranîn jî, lêgerîna gelan a ji bo edalet û azadiyê bi komkujî û şîdetê nayê sekinandin.
Alozî û şerên ku li Rojhilata Navîn
Geşedanên herêmî û gerdûnî yên îro jî îşaret bi xalên nû û krîtîk dikin. Alozî û şerên ku li Rojhilata Navîn mezin dibin, gelan careke din bi rîsk û xetereyên mezin re rû bi rû dihêlin. Di vê pêvajoyê de, yên ku li bendê ne gelê kurd di navbera hêzên hegemon û rejîmên paşverû û otorîter ên herêmê de tercîhekê bike, dê şaş bikin. Gelê Kurd ne mehkûmê navendên hêzên hegemon e, ne jî mehkûmê rejîmên zordar e.
Bingeha wekheviya gelan
Têkoşîna gelê kurd, bi têgihîştina ‘Rêya Sêyemîn’ a ku li ser bingeha wekheviya gelan û paşeroja demokratîk ava bûye, di herikîna xwe de berdewam e. Ev nêzîkatî diparêze ku azadî, aştî û çareseriya demokratîk bi vîna gelan bi xwe pêkan e. Gelê kurd êdî ne çavkaniyeke mirovî ye ku tu hêz di demên teng de bikar bîne. Gelê kurd gelek e ku hem li qadê û hem jî di qada dîplomasiyê de hebûna xwe îsbat kiriye û tu nêzîkatiyeke siyasî ya ku vê rastiyê nebîne, şansê wê yê serkeftinê nîne.
'Têkoşîna me dê berdewam bike'
Di salvegera komkujiya Helebceyê de; em kesên ku ev êrişa dijminê mirovahiyê pêkanîne careke din lenet û şermezar dikin, yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz, minet û bi xemgîniyeke kûr bi bîr tînin. Ji bo ku ev êşa mezin a ku di dîroka cîhanê de şop hiştiye neyê jibîrkirin û ji bo ku careke din tu hêz hewildaneke wiha li dijî gelê kurd neke, têkoşîna me dê berdewam bike."


