Li Sêrt, Çewlig û Xarpêtê pîrozbahiyên Newroz dest pê kirin

Li bajarên Sêrt, Çewlig û Xarpêtê Newroz tê pîrozkirin. Gelê ku diherike qadên Newrozê li ber stranan govendê digerîne.

1 deqe xwendin
Li Sêrt, Çewlig û Xarpêtê pîrozbahiyên Newroz dest pê kirin

Îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” Newroz tên pîrozkirin. Ji van bajaran Sêrt, Çewlig û Xarpêtê jî gel berê xwe da qadên ku Newroz lê tê pîroz kirin û li ber stranan govendê digerînin.

Li Sêrtê Newroz bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Newrozê tê pîrozkirin. Gelek kes bi cil û bergên Kurdî diherikin qada Newrozê. Girseya ku li qadê kom bû li ber dahol û zirneyê govendê digerîne.

Gelek kesên ku li Qada Îstasyonê ya Xarpêtê û qada Çewligê kom bûne li ber stranan govendê digerînin.