Li ser dika şoreşê şanoger û şoreşgerek: Yekta Herekol
‘Dik û şanoger bi hev re dibe şoreş. Dik qada şoreşê ye, lîstikvanê/a şanoyê şoreşger e. Lîstikvan çîroka şanoyê di xwe de dide rûniştandin û şoreşê li ser dikê pêk tîne’. Gotinên şanoger û şoreşger şehîd Yekta Herekol wiha ne.

Huner û şoreş du qadên ku di nav hev de pêk tên û hev temam dikin e. Lewra şehîd Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) bi gotina ‘Dik qada şoreşê ye lîstikvan şoreşger e’ bi awayekî herî sade vê rastiya têkilbûna dik, huner û şoreşê vedibêje. Şanoger û şoreşger Yekta Herekol têkoşîna azadiyê ya ku ji Xozatê destpê kir, li gelek bajarên Kurdistan û diyasporayê dewam kir. Di 27ê Adara 2004an de li bajarê Helebê di Roja Şanoya Çiya de li dijî komploya navneteweyî bedena xwe da ber agir. Digel ku şanoyên şoreşê vedibêjin û têkoşînekî mezin li pêy xwe hişt gotina wî ya ‘beden bişewite jî lê ruh tu caran naşewite’ bû mîrate ji bo heval û şagirtên wî. Rêhevalê Yekta Herekol û endamê Şanoya Çiya Harûn Hêvî behsa jiyan û têkoşîna wî kir.
Yekem car naskirin
Harûn Hêvî anî ziman ku ew di sala 1999an de Yekta Herekol nas kiriye û wiha got: ‘’Di zivistana 99an de min Yekta Herekol nas kir. Wê demê heval Hêvî bû, heval Bêrîvan, heval Xelîl jî li wir bûn. Ew amadekariya Newroz û 8ê Adarê dikirin. Carek wê demê em çûn me wan temaşe kir. Beriya wê me heval Yekta bihîstibû. Li Rûsyayê kar dikir ew û Apê Cûma wan bi hev re kar kiribûn. Karê dublajê dikir ji bo Med TV, bi karê şanoyê re eleqedar bû. Heval gelek karan kiribû li wê derê.’’
Harûn Hêvî got ku karê wî gelek dihat hezkirin û wiha axivî: ‘’Zarokên ji Kazakistanê, ji Bakur û Başûr, kurdên ku li wan deran diman perwerdeya heval Yekta dîtibûn. Gelek ji wan zarokan li pêy heval Yekta jî hatin. Beriya wî nas bikim gelek agahî der barê wî de bihîstibû. Lewra dema min yekem car dît jî weke ku ji berê de nas dikim bû. Paşê di nîsana 2000an de muzîkalek çêkiribûn li ser 4ê Nîsanê. Di 13ê adara 2001an de êdî me bi hev re dest bi kar kir. Me bi hev re gelek xebat û şanoyan çêkir, bi hev re lîst.’’
Perwerdekar bû
Harûn Hêvî bi gotina ‘Heval Yekta di karê xwe de bi dîsîplîn bû, perwerdekar bû’ bal kişand ser pênasekirina wî ya ji şanoyê re û wiha domand: ‘’Digot ‘dik û şanoger bi hev re dibe şoreş’. Pênaseya wî wiha bû, digot ‘dik qada şoreşê ye, lîstikvanê/a şanoyê şoreşger e. Lîstikvan çîroka şanoyê di xwe de dide rûniştandin û şoreşê li ser dikê pêk tîne’. Ji ber wê digot ‘kêmaniya li ser dikê nayê veşartin’. Ji her kesî re digot ‘mamoste’. Li gor wî her kes mamoste bû. Beden û jiyana xwe temamî şanoger bû. Wê demê ji Azadiya Welat û hinek rojnameyên din re makale dinivisandin.’’
Berê xwe da Rojava: Şoreş hunerê dixwaze
Harûn Hêvî anî ziman ku di wan salan de li Rojava karkirin pir zehmet bûye lê Yekta Herekol tevî ku zimanê dimilkî dizanî û kurmancî nizanibû jî bi xwestek berê xwe da rojavayê Kurdistanê. Bi berdewamî Harûn Hêvî anî ziman ku jiyana wî ya hunerî diyarker bû û wiha pêl da axaftina xwe: “Ew di sala 2003yan de hat Rojava û li vir kar kir. Digot ‘şano jiyanek ez ezî nîn e, civakî ye’. Di provayan de jî gotinên kurmancî jiber dikir. Şoreşger bû. Behs dikir çawa li Enqerê şano xwendiye, çi astengî jiyan kiriye. Hewldanên xwe yê pêşxistina hunera kurdî li pêş bû. Ji xwe ji ber xebatên xwe yê hunerî hatibû girtin. Paşê dema derdikeve dibêje li vê derê derfeta hunera kurdî nabe û berê xwe dide Yewnanistanê. Paşê diçe Romanya, ji wir diçe Rûsya. Li wir di aliyê hunerê de zemîn hebû. Ew jî têra wî nekir digot ‘şoreş hunerê dixwaze’ berê xwe da çiyayên Kurdistanê.’’
Tasek av, hevaltiyek kûr
Harûn Hêvî li ser hevaltiya wî û têkiliyên wî yê bi derdorê re wiha got: ‘’Xwedî hevaltiyekî kûr bû. Bi her kesî re heval bû. Xwe dida fêmkirin û dida hezkirin. Tasekî bi wî re hebû, ji xwe re kiribû hedef. Bi wî tasê av dida hevalên xwe. Her kes wî nas dike û her kes dibêje ‘min ji tasa wî avê vexwariye’.’’
Civaka bê şano nayê teyisandin
Harûn Hêvî gotinên Yekta Herekol ên ‘şano jiyan e, gel e, civaka bê şano nayê teyisandin’ bibîr xist û anî ziman ku di jiyanê de hemû hewldanên wî nîşandana rastiya civakê û têkoşîna gel bû. Li ser şahadeta Yekta Herekol, Harûn Hêvî wiha got: ‘’Di 27ê Adara 2004an di Roja Şano ya Cîhanî de bedena xwe da ber agir li dijî komploya li hemberî Rêbertî. Wê demê komploya li ser Tevgera Azadiyê jî berdewam dikir. Ev komplo bêguman bandorê li ser qada hunerê jî kiribû. Ji bo pêşîgirtina li komployê bedena xwe da ber agir. Jixwe di heman salê de di 12ê Adarê de komkujiyek li qada futbolê çêbûbû, 50 kurd di van komkujiyan de hatibûn kuştin. Banga wî heye dibêje ‘em ji pêvajoyekî pir hesas derbas dibin û di heman demê de ji her hevalekî, hunermendekî daxwazê min heye xwedî li şoreşa xwe derkevin û şiyar bin, ev şansê me yê dawiyê ku em dev jê bernedin’.”
Beden bişewite jî ruh naşewite
Roja Şanoya Cîhanî hildibijêre ji bo çalakiya xwe. Heman demê ev roj roja rojbûna şehîd Hêvî ye. Pandomîmek wî dike. Dibêje ‘ev têr nake, beden bişewite jî lê ruh tu caran naşewite’. Têkoşîna wî ji Xozatê digire heta rojavayê Kurdistanê dewam dike. Êşa ku gelê Dêrsimê di komkujiyê dijî, jiyan dikir. Bi êşê bi şoreş û hunerê re kiribû yek. Digot ‘dema li Enqerê min di beşa şanoyê de dixwend, min ferq kir ku şano tê wateya berxwedanê’. Yanî mirov dikare bêdengiyê bi şanoyê biçirînî, qedexe û zincîran bişkînî û berxwedanê bimeşînî. Nêzîkbûna wî wiha bû.’’
Bû xeta hunerê
Harûn Hêvî got ‘Şehîd Yekta ji bo me bû xeta şanoyê bû xeta hunerê. Bû xeta şoreşgerî û welatparêziyê’ û destnîşan kir ku bi taybetî li rojavayê Kurdistanê huner û şano li ser mîrateya Yekta Herekol mezin dibe û wiha domand: ‘’Ji ber wê jî heta niha li Rojava navendên şanoyê li ser navê wî hene, mihrîcan tên lidarxistin li ser navê wî. Ji bo me kesayetiyek weke şoreşger, pêşêng ew ji bo me mînak e. Weke endama Şanoya Çiya em hewl didin bi armanca wan ve girêdayî bibînin û her kêlî bi bîranîna rêya wan em rêka wan bişopînin. Bi dehan şagirtên wan hene ku bi destê wan perwerde dîtine, derdikevin ser dikê şanoyê dikin.
Şano îro li ser mîrateya şehîd Yekta û şehîd Hêvî dimeşe. Gelek şehîdên şanoyê hene. Şehîd Sarya Baran heye, şehîd Rêzan, şehîd Daxistan heye. Em di şexsê wan de şehîdên hunerê û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li hember bîranînên wan ditewînin. Soza me şopandin û pêkanîna xeyalên wan e.’’
Du beden lê rihek
Harûn Hêvî bal kişand ser hevaltiya kûr a di navbera Yekta Herekol û Hêvî Şanoger de ku ew jî ji pêşengên mezin ê qada şanoyê ne û wiha axivî: ‘’Bi gotina Şehîd Yekta zehmet e. Em tim Yekta û Hêvî bi hev re digirin dest. Ji ber herdu jî weke du parçeyên sêvê ne. Her jî di heman salê de şehîd bûn. Heval Yekta di 27ê Adara 2004an şehîd bû, heval Hêvî jî di 27ê Tebaxa 2004an de şehîd bû. Rojên wan jî tesaduf in. Her du heval di ruhî de pir bi hev ve girêdayî bûn. Her du jî şanoger bûn û di şanoya kurdî de wendahiyek mezin bûn.”
Xeyalek wan hebû
Di dawiya axaftina xwe de Harûn Hêvî daxwaza şehîd Yekta û şehîd Hêvî hebû bibîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Li ber çemê Munzurê û Amedê û hemû bajarên Kurdistanê dixwestin dibistanên şanoyê ava bikin. Ji ber her du jî digotin ‘gelekî ku şanoya wî xurt nebe ew gel nîn e, gelê ku şanoya wê xurt e heye’. Weke Harûn Hêvî ez pir serbilind im ku min bi wan re kar kir û ew mamostetiya min kirin. Weke şagirtên wan ez hewl didim bibim bersiv ji keda wan re. Soza min jî ew e ku heta dawiyê ez ê li ser şopa wan bimeşim.”


