Li Pirsûsê piştgiriya Kobanê
MÎA-FEDê ji bo balê bikişîne dorpêça li ser Kobanê li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsê nimêja Înê kir.

Bi pêşengiya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) li dijî krîza mirovî û dorpêça li ser Kobanê li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê nimêja Înê kir. Gelek endamên MÎA-FEDê û welatî tev li nimêjê bûn. Pêşiya nimêjê Hevserokê MÎA-FEDê mele Abdullah Sagir, weaz da civatê.
‘Bêdengî şirîkatiya sûc e’
Mele Abdullah di weazan de bal kişand dorpêça li ser Kobanê û got ku kesên li dijî zilmê bêdeng be ew jî şirîkê sûc û zilmê ye. Mele Abdullah destnîşan kir ku divê tavilê Deriyê Murşîtpinarê bê vekirin û hedîsên Hz. Muhemmed ên li dijî zilmê xwend.
Piştî weazan nimêj hate kirin û daxuyanî hate dayîn.


