Li pêş Wezareta Perwerdehiyê çalakî li dar xistin
Endam û nûnerên saziyên ziman û çandê yên kurdî, saziyên demokratik û partiyên siyasî bi daxwaza statu û perwerdehiya bi kurdî li ber deriyê Wezareta Perwerdehiyê perwerdehiya bi kurdî xwestin.

Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşmeya, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girseyê xwest ji ber avahiya Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ya navçeya Çankaya ya Enqereyê heta avahiya Wezareta Perwerdehiyê bimeşin. Lê polîsan nehişt kom bimeşe. Girse li pêş Wezareta Perwerdehiyê kom bû û li wir daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girseyê demekê dirêj li ber wezaretê dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me ye”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî zimanê Kurdî” berz kirin. Girseyê dovîzên, “Zimanê me hebûna me ye”, “Statuya Kurdî” û “Ziman jiyan e” dinivisî jî rakirin. Girseyê li ber Wezareta Perwerdehiyê pankartên li ser, “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê” û “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” rakirin.
‘Ziman şertê heyînê yê pêşîn e’
Mamosteyê ANKA-DERê Dogan Şenses daxuyaniya hevpar xwend.Dogan Şenses diyar kir ku Cejna Zimanê Kurdî salvegera Kovara Hawarê ya bi pêşengiya Celadet Elî Bedîrxan li Şamê dest bi weşanê kiriye û got: “Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsîn; Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide naskirin. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyîn û mayînde bibe, gelê Kurd di sala 2006an de 15ê Gulanê wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û her sal vê cejnê bi rihekî netewî pîroz dike.”
‘Zimanê Kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye’
Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şenses destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya welat pirsgirêka Kurd e û wiha axivî: “Polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pekûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî tên meşandin in. Di sedsala 21emîn de, hîn jî li ser bi milyonan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, zimanê tirkî û tirkîtî li ser zarokên Kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên Kurd ji çand û zimanê xwe qut bûne , bi zimanê tirkî tên perwerdekirin. Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Gelê Kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi helwest û nezîkatiyên dewletê yên wekî bişaftin, înkar, tunekirin û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî van nêzîkatiyan nerazîbûnên xwe nîşan daye û heta niha jî têkoşîna xwe didomîne.Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê Kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê Kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.”
‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê’
Dogan Şenses bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Em di vê bîr û baweriyê de ne dê ev banga Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de bibe sedema zindîkirina ruhê neteweyî yê aştiyane û civaka demokratîk. Dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statu, mafê siyasî û hiqûqî yê veke. Ji bo pêkhatina van jî em ê di asta herî bilinde xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin. Bi van hestan em ê bi hemû sazî û dezgehên Kurdî û demokratîk re dirûşmeya “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” ku di merheleya nû de sala borî destpêkiribû bidomînin. Ji bo welatekî demokratîk û aram, pewiste zagonên bingehîn ên ku li pêşiya azadiya zimanê Kurdî astengin werin sererastkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.


