Li Muglayê Sermîn Bacak hate kuştin

Jina bi navê Sermîn Bacak, li navçeya Kavaklidere ya Mûglayê ji hêla hevjînê xwe Alî Bacak ve hate qetilkirin.

1 deqe xwendin
Li Muglayê Sermîn Bacak hate kuştin

Jina bi navê Sermîn Bacak a 42 salî ku li navçeya Kavaklidere ya Mûglayê dijiya, ji hêla hevjînê xwe Alî Bacak ê 52 salî ve bi kêran hate kuştin. Cenazeyê Sermîn Bacakê ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Mûglayê. 

Faîl Alî Bacak ji hêla cendirmeyan ve hate binçavkirin.