Li Kobanê 3 kes hatin revandin
3 kesên ku ji gundê Cexer ê Kobanê hatin revandin, aqûbeta wan nayê zanîn. Malbatan ji bo zelalkirina bûyerê bang kirin.

Hat ragihandin ku li gundê Cexer ê Kobanê 3 kes hatine revandin. Li gor nûçeya ANHAyê, 4ê Adarê saet nêzî 17.00an 3 kes ji gundê Cexer ê li başûrê rojhilatê bajarê Kobanê û başûrê rêya M4, hatin revandin. Navên kesên hatine revandin wiha ne: Îsamîl Mihemed Hec Berkel (55), Selman Mistefa Hec Berkel (45) û Salih Mihemed Hec Berkel (38).
Hat ragihandin ku yên her sê kes revandin, xwe wekî hêzên ewlehiya giştî pênase kirine û her sê kes birine cihekî nediyar û heta niha agahî ji wan nehatiye girtin.
Malbatê, bang li aliyên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Herwiha bang li saziyên çapemeniyê û yên hiqûqî jî kirin ku doza kesên revandî bişopînin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê de, 2yê adarê ji derdora bajarê Kobanê vekişiyabû baregehê xwe. Di 5ê adarê de komên hikûmetê demkî jî vekişiyabûn. Beriya ku komên hikûmeta demkî ji gundewarên Kobanê vekişin, 74 gund talan kiribûn.


