Li Îranê avakirina pergala demokratîk erka gelan e

Şerê li dijî Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kir, 17 roj li pey xwe hiştin. Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Siyamend Moînî anî ziman ku şerê dewletan şerê berjewendiyê ye û got: “Demokrasî dê bi têkoşîn û yekîtiya gelan bi pêş bikeve.”

1 deqe xwendin
Li Îranê avakirina pergala demokratîk erka gelan e

Îsraîl û Amerîkayê di 28ê sibatê de li dijî Îranê şerekî dijwar da destpêkirin. Şer 17 roj li pey xwe hiştin. Bi hezaran fuze hatin avêtin. Li gorî daneyên 13ê adarê yên Rêxistina HRANAyê ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkayê ve li rojhilatê Kurdistan û Îranê, hezar û 286 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Şerê berjewendiya dewletan e 

Endamê Desteya Konseya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî der barê şerê li Îranê bi pêş dikeve û yekîtiya gelan nirxandin kir. Siyamend Moînî bal kişand ser şerê 12 rojan û wiha got: “Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê şerê berjewendiyê ye. Şerekî berfireh e. Her ku diçe belavtir dibe. Ev şer ne ji bo berjewendiyên gelan e. 17 roj şer didome. Esmanê Îranê bi temamî ketiye destê Îsraîl û Amerîkayê.” 

Armanc ne demokrasî ye 

Siyamend Moînî li ser armanca piştperdeya êrişên li ser  Îranê jî rawestiya û got: “Armanca dewletan ne demokrasî ye. Demokrasî ji bo wan bê wate ye. Xewneke ku netewe-dewlet demokrasiyê bînin Rojhilata Navîn. Rast e, rejîma Îranê rejîmeke totalîter e. Li dijî azadiya gelan û li dijî demokrasiyê ye. Hemû taybetmendiyên xerab di pergala Komara Îslama Demokratîk de heye. Lê siyaseta Îsraîl û Amerîka ne ew siyaset e ku demokrasiyê bînin Îranê.” 

Siyamend Moînî da zanîn ku hatina Amerîkayê ji bo gelan dibe ku bibe derfetek. Eger li gel hêzên global tev bigerin yekîtiyekê bi pêş bixin, dê karibin meseleyên azadî, demokrasiyê bi dest bixin. Demokrasî û azadî ne erka hêzên global e. Divê gelê Îranê ji bo têkoşîneke hevpar gavan biavêjin û xwe bi rêxistin bikin. Komara îslamê li dijî demokrasî û azadiyê bendek e. Bi vê pergalê ne pêkan e demokrasî û azadî bi pêş bikeve. Ji bo demokrasî bê, divê komara îslamê hilweşe û biçe. Eger Komara Îslamê ya Îranê bi destê gelan hilweşe, ev ji bo pêşketina demokrasiyê alternatîfa herî baş e. Sala par piştî şerê 12 rojan ê li dijî Îranê me dît ku komara îslamê bi taybetî li dijî gelê kurd dest bi girtin, kuştinê kir. Piştî şer bi hezaran mirov hatin girtin û bi hezaran mirov birîndar bûn. Di nav 2 rojan de bi hezaran mirov li tevahiya bajarên Îranê hatin kuştin. Nêzî 50 hezar mirov bi destê komara îslama Îranê hatin kuştin. Li şûna ku li dijî Amerîka û Îsraîlê şer bike û tola xwe ji wan bigire, şer li dijî gelê xwe pêk anî û komkujî pêk anî.” 

Kurd dikarin pêşengiya demokrasiyê bikin 

Siyamend Moînî da zanîn ku ev şer bêhtir bandora neyînî li ser gel dike û wiha lê zêde kir: “Divê baş bê zanîn ku hatina Amerîka ya Îranê ne ji bo avakirina pergaleke demokratîk e. Avakirina pergaleke demokratîk erka gelên Îranê ye. Divê gel xwe bi rêxistin bike. Li rojhilatê Kurdistan gel polîtîk e. Xwe amede dike ku ji bo pergaleke demokratîk a Îranê têbikoşe. Gelê Îranê bi taybetî gelê kurd azadî û demokrasiyê dixwaze. Kurd li Îranê amade ne ku pêşengiya xebateke demokratîk û azadiyê bike. Me ev di şoreşa Jin Jiyan Azadî de dît. Projeya me ji bo Konfederalîzma Demokratîk e. Îran welatekî mozaîka gelan e û hemû pêkhate dikarin bi hev re bijîn.” 

Siyamend Moînî, xwest ku Amerîka û Îsraîl baş bizanibe ku eger maf û rûmeta gelan neyê parastin, ti carê ne pêkan e ku li wî welatî aramî bi pêş bikeve. Ne pêkan e ku pergalên navendîparêz ên yek al, yek netewe û yek ziman diparêzin bi ser bikevin. Projeya Fransa, Îngilistan a netewe-dewletê ji bo pirsgirêkan nabe çareserî.” 

Erka me ew e ku em gel biparêzin

Siyamend Moînî, li ser siyaseta Amerîkayê ya ji bo gelê Îranê jî rawestiya û wiha got: “Siyasta Amerîkayê du rojan nabe yek. Lê erka me ew e ku em gelê xwe biparêzin. Îro rêberên gelan divê bêhtir fedekar tev bigerin. Pêwîst e di vî şerî de gelê xwe nekin qurbana şer. Divê bi siyaseta Amerîkayê zanibin û diyalogê bi pêş bixin.” 

Siyamend Moînî li ser yekîtiya partiyên kurdî jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Ev peymana di nav partiyên kurdî de gaveke dîrokî ye. Ev yekîtî û hevpeymanî dikare bihêle ku kurd bibin hêzeke gerdûnî. Divê partî bi dewletan re diyalogê bi pêş bixin. Ji bo vê yekê divê komîteyeke hevpar a dîplomasiyê ava bikin. Divê mirovên siyasetmedar, zana û entellektuel beşdarî vê komîteyê bibin.”