Li Hesekê bi keziya jina kurd alên pîroz hat xemilandin
Bi nêzbûna 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Kongra Star a bajarê Hesekê dest bi xemilandina bajêr kir.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma ‘Bi Felsefeya Jin, Jiyan Azadî, em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin’ di 19ê Sibatê de aşkera kir.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8ê Adarê de, Kongra Star a bajarê Hesekê dest bi xemilandina bajêr kir. Îro çerxeriya Sebax, Sînalko, Kevokê, Şehîd Arîn û çend çerxeriyên sûka bajar bi keziyên jinan, alên Kongra Star, Hêzên Parastin Jin (YPJ) û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Keziya jina kurd bi hêz e’ , ‘JIN JIYAN AZADÎ’ hatin xemilandin.


