Li Helebê komkujî: Ji malbatekê 4 kes kuştin
Li taxa Sebîl a bajarê Helebê, di malbateke kurd a ji 4 kesan pêk dihat de komkujî pêk hat. 4 kesên ji heman malbatê di malê de kuştî hatin dîtin.

Li taxa Sebîl a bajarê Helebê di malbateke kurd ku ji 4 kesan pêk dihat de, komkujî pêk hat. Li gorî agahiyên, piştî têkilî ji malbata parêzer Xelîl Ebdo qut bû, xizmên wî berê xwe dan mala wî. Xizmên wî dema li derî dan û kesî bersiv nade, derî şikandin û ketin hundir. Xizmên malbatê dîtin ku 4 kes li malê hatine kuştin. Kesên ji heman malbatê hatin kuştin wina ne:
Parêzer Xelîl Ebdo ji gundê Matîna yê bajarê Şera yê gundewarê Efrînê ye. Hevjîna wî Şîlan Tobal ji gundê Hec Xelîl ê bajarê Raco yê gundewarê Efrînê ye. Herdu zarokên wan jî Ehmed a 11 salî û Êlîn a 8 salî ye.
Heta niha hûrgiliyên der barê kujeran de nehatine zanîn. Aliyên têkildarî dest bi lêpirsîna bûyerê kir.


