Li Êlihê mîtînga 8ê Adarê hat lidarxistin
Ji TJAyê Çîmen Fîdan di mîtînga 8ê Adarê ya li Êlihê de axivî û diyar kir ku jinên kurd dê têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasî û aştiya bi rûmet berfireh bikin û got: "Êdî dem dema statuya kurdan e, niha dem dema azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e, dem jinan e."

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Dortyola Êlihê mîtîngek li dar xist. Tevî barana zêde jî jin bi cilên xwe yên kurdî gihîştin qadê, dirûşme berz kirin. Di mîtînga ku rengên zer, sor û kesk lê serdest bûn, jinan gelek caran dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.
Di mîtînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir, hevseroka Rêxistina Bajêr ya DEM Partiyê ya Êlihê Sema Guneş, axivî û diyar kir ku berxwedana jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin sembola berxwedanê ye û got: "Silav ji Rojava re, silav ji kesên ku ji bo azadiya jinan li ber xwe didin. Azadî destkeftiyek e ku me bi berxwedan, hêvî û kedê bi dest xistiye. Jin ji bo civakek demokratîk li ber xwe didin. Ew ê li ber xwe bidin."
Mizgîn Irgat li ser navê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd axivî û got: "Jinên kurd di her aliyê jiyanê de îradeyek xurt nîşan dane. 8ê Adarê ya îsal pir girîng e. Salek e ku yekîtiya gelê kurd xurt bûye ye. Li dijî kesên ku dixwazin kurdan parçe bikin, kurd li kolanan bersivê didin. Ew bi yekîtî li ber xwe didin. Gelê kurd ê Rojava û Rojhilat yekîtî îlan kiriye. Em careke din ji vir dibêjin: Gelê kurd sînor û fermanan nas nake. Em bi nasnameya xwe, hebûna xwe, zimanê xwe û çanda xwe li vir in. Werin em li Heskîfê binêrin. Em ê li dijî kesên ku vê derê talan dikin helwesta xwe nîşan bidin. Em ê li her derê cîhanê bi yekîtiyê li ber xwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtiya jinên kurd têkoşînê bidi. Ev sedsal sedsala jinên kurd e. Wekî berê, em ê dîsa rolek pêşeng bilîzin. Têkoşîna Birêz Ocalan ji bo demokrasiyê ji bo gelê kurd bûye çavkaniya hêviyê. Werin em di vê têkoşînê de cihê xwe bigirin. Werin em demokrasiyê ji bo her kesî ava bikin. Werin em bi hev re aştiyek bi rûmet ava bikin.”
Aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan jî got: "Warê Mizgîn û Egîdan, warê berxwedanê, tevî barana zêde jî ber bi qadê ve herikî. 8ê Adarê li wan kesên ku li zindanan û li qadên azad li ber xwe didin pîroz be. Îsal em di serdemeke dîrokî de bi 8ê pêşwazî dikin. Em di rojên ku şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime re derbas dibin. Di van êrîşan de destkeftiyên jinan tên hedefgirtin. Em bi şerekî ku jinan hedef digire re rû bi rû ne. Ev rewş li Rojava û Rojhilat pêk hat. Li hember van êrîşan, jinan bi ruhekî komunal di berxwedanê de rabûn ser piyan. Jinan koletî qebûl nekirin û ew ê qebûl nekin. Birêz Ocalan di têkoşîna aştî û demokrasiyê de gavên dîrokî avêtine. Di pêvajoya ku wî ji bo avakirina aştiyek bi rûmet da destpêkirin de, bal kişand ser pêşengiya jinan. Vê yekê moralek mezin da jinan. Divê jin têkoşîna xwe ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan xurttir bikin."
Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî ev tişt got: "Jin pêşeng, kedkar û berxwedêr in. Di seranserê dîroka xwe de, kurdan qet şer nexwestine. Wan qet li hember tu kesî paşve gav neavêtine û her tim li ber xwe dane. Êlih bajarê berxwedanê ye. Me kes nexapandiye û em ê nehêlin ku kes me bixapîne. Divê herkes xwedî li pêvajoyê derkeve ku xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Êm ê têkoşîna xwe ya ji bo wekheviyê bidomînin. Werin em jiyaneke nû, jiyaneke bi rûmet û wekhev ava bikin. Hezar silav ji jinên ku tevî barana zêde jî li vir in. Jin pêşengên destkeftiyên ku di 50 salên dawî de hatine bidestxistinin."
Piştî axaftinan kesên tevli mîtîngê bûn li ber sitranan govend gerandin.


